Polîtîk
Cehferî jî serdana Serok Barzanî kir
Li hevdîtinê de bîr û nêrîn sebaret bi sercem wan meseleyên ku girîngin ji bo gelê Iraqê, li nav wan de peymana kutleyan û pêkanîna Hikûmeta nû û çareser kirina wan pirsgirêkên ku li welat da hene danûstandin kirin.
Her du alî hevrêbûn li ser zû têgihiştina bi aram kirina pêvajo û zû bi dawî anîna bi ragihandina encama dawiya hilbijartin û rûniştinên Encumena Nûneran û her wiha rê û cihê destûrê li diyar kirina postan û beşdarî kirina berfireha aliyan li pêkanîna Hikûmeta hevbeşa nîştimanî û rasteqîneya paşarojê de.