Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, tê pêşbînîkirin ku di qonaxa bê ya operesyona Mûsilê de artêşa Iraqê rastî berxwedaneke tund ji aliyê DAIŞê ve were. Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê ligel ajansa “Rueteres” ragihand, tê pêşbînîkirin ku di qonaxa bê de artêşa Iraqê rastî berxwedaneke tund ji aliyê DAIŞê ve were. Ji ber ku DAIŞ dikare taxan bi temamî biteqîne. Mesrûr Barzanî diyar kir ku, heta ku DAIŞ ji Mûsilê hate derxistin, ev yek tenê ne bes e ku DAIŞ bê jinavbirin. Dê îdolojiya wê ya tundrew berdewam be. Mesrûr Barzanî got: “Şerê li dijî DAIŞê dê dirêj be, ne tenê di warê leşkerî de, lê di warên aborî û îdeolojîk de jî.” Mesrûr Barzanî amaje kir, di operesyona rizgarkirina Mûsilê de ya ku ji berî 3 hefteyan de dest pê kiriye, DAIŞ firokeyên bê firokvan yên bi teqemeniyê barkirî belav kirine. Herwiha gaza klor û Xerdel jî bi topxaneyên dûravêj davêje.
Pêş
06/11/2024
Trump li pêş e..!
05/11/2024
DYA: hilbijartinên serokatiye..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Esad ji normalbûnê re ne amade ye03/11/2024