Cîhan

Şerê li dijê DAÎŞê 2022!

CENTCOM di daxuyaniyakî de dibêje ku, di sala 2022ên de hêzên wan ligel hêzên hevbeşên xwe yên li Iraq û Sûriyê, 313 operasyon li dijî DAIŞê kirine, ku 108 operasyon li Sûriyê û 191 operasyon jî li Iraqê hatine encamdan.

Li gora daxûyaniyê, sala 2022ê de, di operasyonên hevbeş de li Iraqê 220 erkirde û çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 159 kes jî hatine girtin.

Derbarê Sûriyê de Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihandiye ku 466 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 215 endamên din ên wê hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku li Sûriyê zêdetirî 10 hezar endam û serkirdeyên DAIŞê di zindanê de ne û li Iraqê jî zêdetirî 20 hezar endam û serkirdeyên DAIŞê di zindanan de ne.

Derbarê Kampa Holê de jî hatiye diyarkirin ku zêdetirî 25 hezar zarokên endamên DAIŞê di wê kampê de hene.

Back to top button