Kultur

Şerê Lahmacûnê li navbera Ermenî û Tirkan de derket

Kim Kardashian hunermenda navdarê Amerikî ya bi regez Ermenî, li torên civakî de peyamek belavkir û hunermendên tirk jî bersîva wê didin.

Kim Kardashian li Instagram de ji bo lahmacunê got: Pizzaya Ermeniyan, eve jî bû sebep ku li torên civakî de bû sedema guftûgo û şerê lahmacunê.

Hinek hunermendên tirk jî ku dixwazin xwe wekî Kardashian navûdeng bikin û bala regezperestên tirkan bikşînin, peyam belavkirine û yek ji wan jî Demet Akalin û Ebru Polate. Ebru Polat ji bo Kardashian gotiye Ew ne pizzaya Ermeniyane û ew Lahmacune û ya tirkaye.

Lahmacun wekî peyv ne Ermeniye û ne jî tirkî ye. Lahm bi zimanê Erebî goşte, Acun jî hevîre, lahmacun wateya hevîr û goşt, an jî nan û goşt dide.

Back to top button