Cîhan

New York Times plana Amerîka li Iraqê eşkere kir

Amerîka bi niyaze hezaran serbazên din bişîne Iraqê û êrîş bike ser grûpên çekdarên nêzîkî Îranê.

Rojnameya The New York Times planekî Amerîka ya ji şandina hezaran serbazan li Iraqê eşkerekiriye û hişdarî daye ku proseyekî xwînaviya Amerîka li dijî Îranê li nav axa Iraqê de encamdide.

Li gor rojnameyê Wezareta Berevaniya Amerîka ferman daye bo ku helmetekî berfireh ji bo ji navbirina wan hêzan dest pêbike ku li Îranê ve nêzîkin û metirsîne li ser hêzên Amerîka.

Hejmarek fermandeyên bilindê Amerîka jî li Iraqê, hişdariyê dane Pentagon ku dibe ku helmetên bi vî awayî bibê sedema serhildana şerê li gel Îranê û pêwîst dike hezaran serbazên din bişînin Iraqê.

Back to top button