Nivîsar

Şerê kurda ji bo kiye?

“ Ez ji bo şerê ereba yê desthilatdariyê zarokên kurda feda nakim.

Ez şer bikim tenê ji bo kurda û Kurdistanê şer dikim.“ Mistefa BARZANÎ

Tevgera azadixwaz a kurd pêvajoyek gelek taybet re derbas dibe. Îro di serî de, Rewşa Bakurê Kurdistanê di nava xwe de prosesek taybet, ku ne ji berjewendiyê kurdan re ye derbas dibe.

Li Başûr Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe. Ev yek ji roja Kurda dest tekoşîna destxistina mafên xwe yên netewî kirîn heta roja me bûyera herî girîng e. Cara yekem e di cîhanê de kurd ji bo dewletek serbixwe pişgiriyê dibînin. Bê guman divê kurd jî vî mafê xwe yê rewa bi ragihandina dewletek Kurdî de bi kar bînin.

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî pêşwaziya vê gava dîrokî û pîroz dike. Erkê her kurdekî û her rêxistina Kurdistaniye ku bê merc pişgiriya vê gava ku kurda bike xwedî dewlet bike. Heta ev yek di vê qonaxê de dibe pîvana welatparêziyê.

Ji aliyek din divê aliyên siyasî li beşên din yên Kurdistanê siyaseta xwe li gora vê yekê yanî gora berjewendiyê ragihandina dewletek Kurdistanî de dîzayn bikin.

Li Rojavavayê Kurdistanê di nava kurdan de wek her deverî dîtinên cuda hene. Lê hêza ku îro desthilat e, siyasetek zelal rêve nabe. Ji ber ku ji aliyekî nezingahiya rejimê dike ji aliyek din behna Kurdistanî ji siyaset û daxwaziyên wan nayê.

Heta li Kurdistana Rojava êrîşê nirxên Kurdistanî dikin û tu nirxek Kurdistanî bi kar naynin.

Yanî heta vê gavê li dijê dewletek Kurdistanî netewîne. Ji bo vê siyaseta nerast jî dikevin xizmeta rejime û ji Kurdistanê behtir ji bo Suriye şer dikin.

Li Bakurê Kurdistanê armanca HDPê Tirkiyebûne. Yanî gava yekê li gel çepên Tirk dixwazin siyaseta Tirkiye li gora xwe demokratîze bikin. Ew xwe ne wek partiyek Kurd û Kurdistanî lê wek partiyek ya gelên Tirkiye bi nav dikin. Lê di rastiyê de tu pêwendî li gelan re tuneye. Ji ber ku hêza xwe tenê ji kurdan digrin.

Di ferhanga wan de Kurdistan û dewletek kurdî tuneye. Ev yek tê wê manê ku ji bo aliyên din şer û siyasetê dikin.

Bi kurtahî heta kurd ne ji bo xwe, lê ji bo aliyên din siyasetê bikin, mirov nikare behsa serkeftinê bike. Eger serkeftinek hebê dê ne ji bo kurda, lê ji bo dewlet û aliyên ne kurd be.

Ew tekoşîna ne ji bo kurd û Kurdistanê be nabe tekoşîna destxistina mafên rewa yê Kurdan.

Serokê Nemir Mistefa Barzanî di gotarek ya xwe de dibêje: Ez ji bo şerê ereba yê desthilatdariyê zarokên kurda feda nakim. Ez şer bikim tenê ji bo kurda û Kurdistanê şer dikim.

Pêwiste ev gotin weke guharekî li guhê her siyasetmedarek kurd be û ji bo me bibe pîvanek.

29.4.2016

Dara Bilek

Back to top button