Şerê Îsraîl û Hamasê tirsa terorê li Almanyayê zêde kiriye
Ofîsa Paraztina Destûra Bingehîn (Îstîxbarata Navxweyî ya Almanyayê) ragihand ku şerê Îsraîl û Hamasê metirsiya terora Îslamî ya li Almanyayê zêde kiriye.
Li gor tesbîtên Daîreya Paraztina Destûra Bingehîn a Federal, ku saziya îstîxbarata navxweyî ya li Almanyayê ye, êrîşên terorê yên ku Hamasê di 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin, ji alî radîkalên Almanyayê ve ji bo belavkirina nefret û tundiya li dijî Îsraîlê hat bikaranîn.
Dijminatiya cihûyan û binpêkirina mafê hebûna Îsraîl, bi êrîşên Hamasê zêdetir bûne. Encamên ku ji aliyê Ofîsa Paraztina Destûra Bingehîn ve hatin eşkerekirin, ji destpêka şerê Îsraîl-Hamasê û vir ve hatiye amadekirin.
Serokê Ofîsa Paraztina Destûra Bingehîn Thomas Haldenwang, diyar kir ku pêkhateyên potansiyela tehdîdê di asta ku heta niha li Almanyayê nehatiye dîtin zêde bûne û got: “Ji bo krîzên paralel ên ku ji ber sûcên hovane yên ku ji hêla Hamasê ve têne kirin, em niha bi rewşek tehdîdkar a aloz re rû bi rû ne”.
Li gor daneyên Ofîsa Paraztina Destûra Bingehîn, niha di navbera komên ku bi gelemperî têkiliya wan kêm e yan jî tiştekî wan bi hev re tuneye, hevbendî têne dîtin.
Thomas Haldenwang di kurteya lêkolînên pisporên xwe de got: “Antîsemîtîzm û dijminatiya li dijî Îsraîlê di nav îslamîst, çepgir û rastgirên tund ên Alman û Tirk û alîgirên rêxistinên tundrew ên Filistînê de bûye hêmanên hevpar”.
Saziyê destnîşan kir ku Almanyayê bi destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn re tedbîrên li dijî provokasyonên dij-Îsraîl û antîsemîtî zêde kiriye û bi bîr xist ku di vê çarçoveyê de hin rêxistin û komele hatine qedexekirin.