Cîhan

Şerê Hîzbullaha Lubnanê û Îsraîlê destpêkir

Li navçeyên tixûbiyên di navbera Îsraîl û Lubnanê şer li navbera hêzên Hîzbullaha Lubnanê û serbazên artêşa Îsraîlê de rûda.

Medyaya Îsraîlê dibêjin: Hizbullah dest bi teqînê kiriye û êrîşî li tîmeke serbazî ya Îsraîlê li wê navçeyê kiriye ku eve heftiyeke Îsraîl hêzên xwe xistiye amadebaşiyê.

Ew aloziya di navbera Îsraîl û Hîzbullah piştî ewe tê ku çend rojek berê serkirdeyeke Hîzbullahê li êrîşeke asmanî ya Îsraîlê da li Sûriye hate kuştin.

Artêşa Îsraîlê balkişandiye li ser wê yekê ku serbazên wan li navçeya Şeba daxwaz ji xelkê kirine li malên xwe de bimînin, ji ber ku egera wê yekê heye rûbirûbûna li gel Hîzbullahê rûbide.

Back to top button