PolîtîkRojev

Nabe PKK keç û kurê me çekdar bike

Roja yekşemê 26. 07.2020an xwepêşandanek ji aliyê kurdên êzdî li ser çiyayê Şingal birêveçû û nêzîkî 100 kes beşdarî xwepêşandanê bûn û di wê xwepêşandanê de çend daxwaz anîn ziman.

Ligor zanyariyên BasNewsê beriya xwepêşandanê çekdarên PKKê hewl dan rêliber xwepêşandanê bigirin. Herwiha daxwaz ji dikandaran kirin dikanên xwe bigirin û daxwaz ji xelkê kirin beşdarî xwepêşandanê nebin. Lêbelê xelk beşdarî xwepêşandanê bû.

Di xwepêşandanê de xwepêşanderan daxuyaniyek xwendin û di wê daxuyaniyê de ev daxwaz ji PKKê hatin kirin.

  • Divê keç û kurên kurdên êzdî bi zorê neyên revandin bo nava refên PKKê
  • Divê PKK keç û kurdên bi zorê revandiye wan azad bike û cihê bêserîşûn in jî aşkere bike.
  • Divê PKK li çiyayê Şingalê êdî tünel û ambaran nekole.
  • Divê PKK beregeh û binkeyên xwe ji nava sivîlên Şingalê dûr bixe.
  • Divê çekdarên biyanî û ereb ji Şingalê derkevin.

Piştî êrîşên rêxistina terorîstî ya DAIŞê di sala 2014an de êrîşî Şingal kir PKK bi bahaneya parastina xelkê Şingalê bi hemahengiya ligel Heşdî Şebî derbasê herêma Şingalê bû û hêzên xwe li herêmê bi cî kir. Herwiha ji sala 2014an heta niha PKKê bi sedan keç û xortên zarok ê kurdên êzdî bi zorê çekdar dike û ev jî bûye sedema nerazîbûna xelkê Şingalê.

Back to top button