Civak
Iraq ji Kurdistanê elektrikê dikire

Li gor nûçeyeke Sumeriye News îro dûşem Macid Mehdî Hetuş Wezîrê Karebaya Hikûmeta Iraqê ragihand, çareseriya kêşeya Karebayê dikin, ji tirkiye û Herêma Kurdistanê ve uze û enerjiya kareba dikirin û du rojên pêş de dest bi wê projeyê dikin.
Di derbarê rêjeya hawirdekirin û kirîna kareba de, Wezîrê Karebaya Iraqê eşkere kir, 450 Megawatt ji Herêma Kurdistanê û 200 Megawatt ji tirkiye hawirde dikin.