Şerê gazê

Li Tirkiye di derbarê rewşa herêmê û taybetî Kurdistana Başûr gelek piralî nirxandina dikin. Heyîna petrolê û gaza xwezayî li Kurdistanê Kurdistan kiriyê nawendek girîng ji bo welatên rojava. Rojenemvanê Tirk Ergun Diler li ser heyîna gazê li Kurdistana Başûr û di vê derbarê de siyaseta Tirkiye nivîsek nivîsiye.
Rojnamevan Ergun Diler di nîveseke xwe de bi nave (şerê gaza xwezayî) ku, di malpera Haber10 de hatiye weşandin, behsa giringiya gaza xwezayî dike û dibe ku, li Rojhilata Navîn şerê gaza xwezayî heye û dinivîse:
– Nuha li Rojhilata Navîn şerê gaza xwezayî heye û ti kes nizane ew şer dê li kûderê cîyê xwe bigire.
– Tirkiye dixwaze ew kartên di dest wê de hene bi jîrî bikarbîne û vê yekê jî Rusya û welatên Ewropî nerehet dike.
Rojnamevanê navborî dibêje ku, pirsgirêka kêmiya budceyê, kêmiya enerjiyê û pirsa terorê, bi dehan salan nehişt Tirkiye pêşbikeve.
Rojnamevan Ergun Diler di nîveseke xwe de behsa têkeliyên navbera Tirkiyeyê, Qeter û herêma Kurdistanê dike û dinivîse:
– Ji bona ku Tirkiye di şerê gaz û neftê de serbikeve, yekem car digel Qeterê li hev kir ku, Qeter gaza xwe ya xwezayî û neftê bi rêya Bender Ceyhan a Tirkî bo cîhanê veguhêze.
Herwesa Tirkiyê digel Barzanî li hev kir ku neft û gaza xwezayî ya bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê )bi rêya Tirkiyeyê bo derve bê veguhastin.
Tirkiye kartên xwe gelek bi jîrî bikartîne, eger bi wî awayî berdewam be, Tirkiye dikare bibe welatekî bihêz û mezin li herêmê.