Kongreya opozisyona Suriye têkçû
Ebdilhekîm Beşar Serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê û berpirsê têkeliyên derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) got, “Kongreya dijbere û opozisyona rejîma Sûriyê ku li paytexta Misrê, Qahîre hat sazkirin, têk çû û negihîşt armancên xwe ku hevgirtina helwest û opozisyona Sûriyê bû.
Beşar, diyar kir ku kurd ji kongreyê vekişiyan ji ber ku Encûmena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) ji rêketina ku beriya civîna Qahîreyê îmze kiribû, paşde gav avêt.
Endamê Politburoya Partiya Çep a Kurd ya Sûriyê, Şelal Gedo jî ji AKnewsê re got, beriya civîna Qahîreyê, ENS û kurdên Sûriyê li ser vê li hev hatibûn ku divê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê netewebûna kurdan li Sûriyê qebûl bike.
Gedo, diyar kir, lê di belavoka dawî ya civînê de, qet behsa kurdan nehate kirin heta navê kurdan jî tê de nehat nivîsandin.
Şelal Gedo, ragihand, li hember vê yekê, nûnerên kurdan ji civînê derketin, ji ber ku opozisyona Sûriyê naxwaze kurdan qebûl bike û mafên wan bê dayîn, ji ber wê jî em dibêjin kongreya Qahîreyê negihîştiye armancên xwe.
Li Sûriyê, nêzîkî 1.5 sal e li dijî rejîma Beşar Esed, xwepêşandan û serhildana çekdarî tên meşandin û heta niha bi hezaran kes hatine kuştin.