Polîtîk

Kongreyê Qahîre daxwaziya kurda pejirandin

Sibeha îro li Qahîre Kongreya Opozisyona Sûriyê ku Komkara Welatên Erebî pê rabibû, bi lihevhatinek û biryarnameyeke dawiyê bi dawî bû ku têde hin hêlên sereke yên qunaxa veguhastinê ya Hikûmeta Sûriyê hatin berçav kirin, ji van jî nehêlana rijêma niha ya Sûriyê, lê pirsgirêkên van ligel Kurdan aloztirbûn, loma Civata Nîştîmanî ya Kurdî û çend partiyên din ên kurdî ji salona kongreyê derketin, ji ber ku kongre amade nebû di nava biryarnameyê jî de “gelê Kurd” û “gelê Tirkmen” nas bike. Piştre aliyên kurdî di demeke dereng a şevê de û li ser daxwaza Sekrterê Komkara Erebî, Nebîl El-erebî, vegeriyan nava kongreyê û li dawiyê bi her awayekê be peyva “gelê Kurd” hat pejirandin.

Tevî ku biryarname beşa bihevre jiyan, dadperwerî, demokratî û piraliyê dike, lê neamadebûna aliyên Erebî li ser anîna hevoka “gelê Kurd” û “gelê Tirkmen”, wisa kir ku Civata Nîştîmanî ya Kurdî bi çavekî reşbîn berê xwe bide biryarnameyên din jî, ji ber ku ev kongre razî bû ser hemû daxwaziyên aliyên beşdarbûyî, lê razî nebû peyva “gelê Kurd” û “gelê Tirkmen” bixin nava biryarnameyê.

Vê Kongreyê Biryar da hemû mafên hevwelatîbûnê bide Kurd, Tirkmen û Aşûriyên welat û ev bû babeta ku bêtirîn gotûbêj ser hat encam dayîn. Ji xwe tiştê ku Kurdan ji vê kongreyê hêvî dikir netenê mafê hevwelatîbûnê bû, lê dixwestin navê wan piştî Ereban weke gelê duyemînê Sûriyê bê diyarîkirin. Loma jî piştî danûstaneke dirêj, Civata Nîştîmanî ya Kurdî û hemû aliyên kurdî biryar dan salona kongreyê biterikînin û êdî beşdarî ti kongreyên din ên opozisyonê nebin. Piştre li ser daxwaza Sekrterê Giştî yê Komkara Erebî, Nebîl El- Erebî û hijmareke opozisyonên Sûriyê, razîkirin ku vegerin nava salona kongreyê da gotûbêjên bêtir di vê derbarê de bên encam dayîn.

Piştî gotûbêjên dirêj û cudahiyên  mezin di nerînande, di demjimêrên destpêka vê sibehê de biryar hat dayîn ku “gelê Kurd” bixin nava vê lihevhatina hêlên sereke yên qunaxa piştî Esed.

Kongreya paytexta Misrê, Qahîre li gor biryareke hijmar 7505 a wezîrên Ereb hat sazkirin ku di civîna nenormal ya roja 2`î Hezîrana borî hatibû ragihandin, bi mebesta gihiştina nerîneke hevbeş da opozisyona Sûriyê bikare texmîneke zelal û eşkere hebe bo qunaxa dahatî.

Di kongreyê de bêtir 250 kesayetan beşdarbûn ku nûnertiya hemû aliyên opozisyonê dikirin.


Rudaw

Back to top button