CîhanPolîtîk

Şerê Efrinê guherî

Piştî YPGê û rejima Suriye di derbarê Efrînê de li hevkirin ku, Efrin radesti hêzên rejimê bête kirin, Hêzên reima Suriye berê xwe dan bajarê Efrine.Li himber vê yekê Tirkiye da xûyakirin ku, hêzên rejimê jî bikevin nava Efrinê ewê êrîşên xwe berdewam bikin.Ji duh ve Tirkiye nawenda Efrinê topbaran kir û tê îdia kirin ku karwanek leşkerî yê rêjimê jî li ser rêya Efrinê ji aliyê Tirkiye ve hatiye topbaran kirin û di nav leşkerên Suriye de kuştî û birêndar jî hene.Piştî biryara ku hêzên Suriye bighin devera Efrinê rewş û naveroka şer jî tê guhertin. Niha pirsek tê hole, gelo ev şerê kiye? Ev şerê serweriya Suriye û erîşên Tirkiyene yan jî şerê kurda ye ku xaka azad ya Kurdistanê biparêzin. Gelo hêzên rejima Suriye hatine ku xaka Kurdistanê biparêzin yan jî serweriya Suriye binpê nekin. Gelek pirs di vê derbarê de hene .Ew siyaseta PKKê li ser gelek aliyên siyasî û medya Kurdî ferz kirî ne siyasetek Kurdistaniye û ji zererê pêde tiştekî nade destkeftiyên kurda yên heta vê gave. 

Back to top button