Polîtîk

Şerê desthilatê di nava Ocalan û Demirtaş de heye

Recep Tayyip Erdogan şeva pêncşemiyê beşdarî weşana zindî ya hejmarek kanalên televîzyonê û medyayên civakî bû û derbarê mijarên di rojeva Tirkiyê de axivî.

Erdogan behsa gelek babetên cuda û girîng kir. Li ser pirsekî Erdogan behsa PKKê, Ocalan û Demirtaş jî kir. Erdogan da xûyakirin ku di navbera daxûyaniyên Ocalan û Demirtaş de nakokiyên mezin hene.

Di vê derbarê de Erdogan got: Ji berî hilbijartinên 31ê Adarê, Demirtaş 7 Twitter belav kirin û daxwaza pişgiriya berbijêrê CHPê dikira. Niha di nava PKKê de şerê desthilatê heye.Şerek di navbera HDPê û PKKê de heye, di vî şerî de Demirtaş xwe dide aliyekî ev jî guhertinek nûye. Di vê pêvajoyê de Ocalan naxwaze desthilata xwe bihêle ji kesekî re. Ji bo vê jî gelek daxûyaniyên tund dide.Dixwazê muhasebeya Demirtaş bike,Ocalan wê baweriyê de ye ku hevalên wî xiyanet lê kirine. Ocalan dibêje HDPê, eger hun li dûv minin divê hun helwesta xwe vekirî deynin holê. Ocalan ji bo hilbijartina ji HDPê re dibêje; nabe hun li aliyekî bin divê hun bê alî bin.

Aliyek yê PKKê dixwaze pişgiriya CHPê bike,Aliyek jî dixwaze bê teref be û alikariye kesekî neke.

Back to top button