CîhanRojev

Şerê cîhanê yê sêyem ji zûde destpêkiriye !

Li ser şerê Rusya û Ukranya re 10 roj derbas bûn. Hêja êrîşên Rusya berdewamin û Ukranya berxwe dide. Li ser medya civakî hinek pirs ji peyvdarê serokê Ukranya Mihaylo Podolyak hatin pirsîn. Podolyak bersiva van pirsa dide û dibêje: Ji zûve şerê cîhanê yê sêyem destpêkiriye.

Podolyak şerê Rusya û Ukranyayê wek şerê cîhanê yê sêyem bi nav dike û dibêje: Wek mînaq, li Amsterdam û Brukselê ciwan di cafeyan de rûdinin û Netflix difikirin. Bi psikolojik ne amadebûn ku rojekî hinek bêne bomba li ser wan bibarînin. Vêderê bacarek 3.5 milyon niştecî lê ne.Ew bi vê yekê tê nagihin.Ew bawer dikin ku şerê cîhanî dawî hatine û hêdî çênabin. Li gora wan şerê herêmî hene. Niha şerek global tê kirin û Şerê sêyem ê cihanî ji zûde destpêkiriye.

Berdewamiya axavtina xwe de Podolyak dibêje: Rus li Ukranyayê nasekinin.Ew dixwazin êrîşê welatên din jî bikin û zêdetir herin.kesek din vê yekê naxwaze, raste sizayên darayî ku li ser Rusyayê hatin danîn, dê salek du salan de bandorek gelek mezin li Rusyayê bike. Kifşe welatên rojava dixwazin li himber Rusya biryaran bidin, Lê divê ev biryar di berjewendiyên Ukranya de bên jî.

Back to top button