Serokwezîrê Îsraîlê bi serdaneke ku nehatî ragihandin çû Moskowa paytexta Rûsyayê û bo dema 3 dejimêran li gel Putin civiya. Serokwezîrê Îsraîlê piştî hevdîtina li gel Putin yekser peywendî li gel Zelensky pêk anî.
Serokwezîrê Îsraîlê piştî civîna li gel Serokê Rûsya, çû Almanya û li gel Şêwirmendê bilind yê wî welatî civiya.
Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê ragihand: Serokwezîr Naftali Bennett li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin krîza Ukrayna gotûbêj kir û piştre jî bi telefonê li gel Serokê Ukrayna Volodimir Zelenesky axivî.
Li gor berpirsên Îsraîlê, Bennett ji bo wan tevger û peywendiyên xwe, hevahengî li gel Amerîka, Fransa û Almanya hebûye.
Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê eşkere jî kir, Naftali Bennett piştî ku bi Putin re civiya, çû Almanya û li gel Şêwirmendê bilind yê wî welatî, Olaf Schultz civiya.
Li gor Koşka Êlîzê, berî ku Naftali Bennett biçe Rûsya, Serokê Fransa Emmanuel Macron pê re axiviye.
Li gor zanyariyan, Bennett û Putin di civîna xwe de krîza Ukrayna, danûstandinên derbarê zindîkirina rêkeftina etomî gotûbêj kirin û civîna wan 3 demjimêran kişandiye.