Polîtîk

Serdana wezîra bazirganiyê ya Swêdê bi Wêne

      

Eva Björling wezîra bazirganiya Swêdê ku bi serokatiya şandeyeke mezin ji sermayedar û bazirganên swêdî bi serdanekê li herêma Kurdistanê ye. Wê û şandeya pê ra digel rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê serdana çend pirojeyên xizmetgoazrî, bitaybetî yên ji aliyê kurdên Swêdê ve tên çêkirin, kir.

1- Eva Björling wezîra bazirganiya Swêdê û şandeya pê ra li lokala şehîd seid Ebdula bi wezîrê derametên xwezayî, wezîrê bazirganî, wezîrê navxwe, wezîrê fînansê, wezîrê saxlemiyê, waliyê Hewlêrê û serokê konseya berhamanînê a hikûmeta herêma Kurdistanê ra civiya. Di vê civînê de behsa têkeliyên Swêdê yên di hemû waran da bi herêma Kurdistanê ra hatin gotûbêj kirin.
2- Eva Björling wezîra bazirganiya Swêdê û şandeya pê ra serdna fabrîka Awamedica ya dirustkirina dermanan li Hewlêrê kir û ji aliyê Behram serokê fabrîkaya Awamedica ve hat pêşwazî kirin.
3- Her li Bajarê hewlêrê ku Niklas Trove` sefîrê swêdê yê li Îraqê amade bû, Eva Björling wezîra bazirganiya Swêdê ofîsa kompaniya Qenadîl-Rafîdîden ya hikûmeta Swêdêji bo bazirganiya otomobîlên Scania vekir. Di dema vekirina kompaniya Qenadîl-Rafîdîden ya bazirganiya otomobîlên Scania got ku hikûmeta Swêdê dixaze têkeliyên xwe yên aborî û bazirganî di rêya herêma Kurdistanê ra bi îraqê re xurt û berfireh bike.
4- Eva Björling wezîra bazirganiya Swêdê û şandeya pê ra li bajarê Hewlêrê serdana pirojeyê Naz City yê avakirina şiqeyan kir û ji aliyê hunermend Zekeriya Ebdula xwediyê pirojeyî ve hatin pêşwazî kirin. Wezîra swêdî destxweşî li kurdê-swêdî Zekeriya kir.


Serdana wezîra bazirganiyê ya Swêdê bi WÊNE bibîne

Back to top button