Barzanî ber bi Tirkiye ve birêket

Îro 02.06.2010 Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendineke fermî ya Hikûmeta Tirkiye, ber bi Tirkiye ve birêket.
Li vî derbarî de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxûyaniyek de ragihand ku îro çarşem 02/06/2010 Serok Barzanî li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêr, Herêma Kurdistanê bi cîh hişt û li ser vexwendineke fermî bi serdanekî ber bi Tirkiye ve birêket ku çendîn roj dê bidome û şandekî payebilinda hikûmî û siyasî li vê serdanê de li gel birêz dikin ku eve yekemîn care Serok Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê serdana vî welatî dike.
Her wiha Fuad Husên got ku Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel li vê serdana xwe ya Enqerê de li gel birêz Abdulla Gul Serok Komarê Tirkiye û birêz Receb Yayîb Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye û Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye û hejmarek berpirsên dinê vî welatî hevdîtinan pêktîne.
Fuad Husên li daxûyaniya xwe de eşkere kir û got: Serok Barzanî û şanda li gel li hevdîtin û civînên li gel berpirsên Tirkiye de çendîn pirsên girîng yên wekî warên aborî û pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiye bi giştî û li nav wan de Herêma Kurdistan bi taybetî pirsgirêk û binpêkirinên sînoriyan guftugo dikin.
Her wiha Fuad Husên da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê li çarçêweya vê serdana fermî da li gel çendîn dîplomatkarên welatên dost hevdîtinan pêktîne ku Balyozxaneya û Konsolxaneya wan li Enqere heye. Ji bilî wê Serok Barzanî çendîn hevdîtin û civînên girîng li gel hejmarek karsaz û dam û dezgehên aboriyên Tirkiye saz dike û li gel kanalên medya û ragihandinên vî welatî jî çendîn hevpeyvînan pêktîne.
Li dirêjahiya daxûyaniya xwe de Fuad Husên got ku Serok Barzanî û şanda li gel her li çarçêweya vê serdana derveyê Herêma Kurdistanê û li ser vexwendina fermî ya Serokê Fransa, Serok Barzanî berev Parîs birêdikevin û biryare li gel birêz Nîkola Sarkozy Serokê Fransa û Bernard Koshner Wezîrê Derve û hejmarek berpirsên vî welatî hevdîtinan pêkbîne.
Li gor daxûyaniya Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî çendîn pirsên cuda cuda û babetên girîngên her du alî li gel birêz Sarkozy û berpirsên dinên Fransa guftugo dike, wekî pirsa pêwendiyên aborî û kultûriyên di navbera Iraq û Fransa bi awayeke giştî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa bi taybetî guftugo dikin.
Hêjayî gotinêye ku ev du şanda payebilinda li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê li vê serdana fermî ya Tirkiye û Fransa de başdar dikin ji birêz Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê, Wezîrê Navxo, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Kar û Karubarê Civakî, Wezîrê Perwerde û Wezîrê Samanên Siruştî, Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî û Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derveya Hikûmeta Herêm û Wezîrê Kiştukal û Avdêrî û Wezîrê Bajarvanî û Geştuguzar û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatiye.