Cîhan

Serdana Erdogan a Bexdayş stratejik e

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî bal kişand ser girîngiya serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan a piştî 12 salan û got, “Ev serdan dê ne demkî be. “Em rê nadin ku xaka Iraqê bibe qada êrîşa li dijî Tirkiyeyê.”

Li gorî rapora ajansa nûçan a iraqî INA`yê, Sûdanî ku li Emerîkayê peywendiyên xwe didomîne, di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser serdana Erdogan a li Iraqê.

Sûdanî bal kişand ku Erdogan dê di 22ê Nîsanê de serdana Iraqê bike û wiha got: “Serdana Serokomarê Tirkiyê ya Iraqê dê ne serdaneke rotînîbe be. Cara yekem e ku di navbera her du welatan de îradeyek heye ku li şûna paşxistina pirsgirêkan çareser bikin.

Sûdanî diyar kir ku ew ê nehêlin axa Iraqê bibe qada êrîşa li dijî Tirkiyeyê û destnîşan kir ku ew ê bi Serokomar Erdogan re çareseriya pirsgirêka avê binirxînin.


Back to top button