Polîtîk

Diderbarê şeredariya Diyarbekir û Mêrdînê de lêpirsînekî destpêkir!

Hat îdiakirin ku, dema Meclîsa Şeredariya Mezin a Diyarbekirê civîna xwe ya yekem kir,di hola civînê de Ala Tirkiye hate rakirin. Herweha di derbarê civîna meclisa Şeredariya Mêrdînê de jî heman tiût hate îdiakirin. Li gora tê îdiakirin hema Ala Tirkî rakirine û hem jî siruda netewî ya Tirkan nehatiye xwendin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, li ser vê yekê daxûyaniyek ragihand û got ku, ji bo lêkolînê hinek kes hatine diyarkirin û dê lêkolîn bê kirin.

Sirûda neteweyî hat xwendin, ala Tirkiyeyê li cihê ku lê divê bû
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, der barê îdiayên ku di vekirina meclîsê de ‘ala Tirkiyeyê hatiye rakirin’ daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sirûda Neteweyî hat xwendin û ala Tirkiyeyê li cihê ku divê lê be disekiniya.Daxûyaniyê de dibêje: “Eslê xebera ku di hin saziyên çapemeniyê da hat weşandin ku di civîna Meclisa ewil a Diyarbekirê da Ala Tirkiyeyê hat hildan.” Şaredariya Bajarê Mezin a ku di 17ê Nîsanê roja Çarşemê de dest pê kir û di 19ê Nîsanê de roja Înê bi dawî bû.” Em bi xemgînî diyar dikin ku me ji raya giştî re parve kir ku tu bingehê vê yekê tune ye. Em dixwazin bidin zanîn ku agahiyên şaş bi çîrok û manîpulasyoneke mezin belav bû Al li cihê ku divê lê be hat parastin, her wiha di civîna me ya meclisê de Sirûda Neteweyî hat xwendin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk der barê îdiayên ku di vekirina Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ‘Sirûda Neteweyî nehat xwendin’ got, “Divê ala û ol weke amûrê siyasetê neyê bikaranîn.” Li Tirkiyeyê em her tim rêzê li nirxên hevpar ên vî welatî digirin.

Back to top button