Serbast Babîrî: DAIŞ bi dawî nebûye
Çekdarên DAIŞê li Iraqê xwe ji nû ve birêxistin dikin, berpirsekî Pêşmerge got, Iraq nekarî sînor kontrol bike û DAIŞê berdewam di navbera Iraq û Sûriyê de digere.
Serbast Babîrî, berpirsê eniya rojhilatê Dîcleyê yê Pêşmerge ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Di rojên derbasbûyî de, Iraqê salvegera serkeftina li dijî terorîstên DAIŞê pîroz kir û ragihand, di çend rojên borî de hejmareke zêde Çekdarên DAIŞê êrişî cotkarekî Ereb kirin û ew kuştin, eger DAIŞ bi dawî bibe wê hemû cîhan pîroz bike.”
“Çekdarên DAIŞ bi berdewamî liv û tevgerê dikin û bi eşkereyî li hin deveran in û bi berdewamî xwe ji nû ve birêxistin dikin, heta yên ku ji Sûriyê hatine nav kampan pêwendiya xwe bi DAIŞ re qut nakin,” wî got.
Babîrî got: “DAIŞ li hin deverên Nînewayê bi taybet li Ask Mûsilê, Badoş, li pişt Bendava Mûsilê û li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de cih digire,”