Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya Iraqê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 14.12.2022 piştî nîvro li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê ya Iraqê kir.

Di civînê da, serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê û hevdîtin û civînên wî digel berpirsên bala yên Iraqê, karnameya hikûmeta Iraqa Federal, karkirin ji bona xurtkirina têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan digel Herêma Kurdistanê li gor destûr û sîstema federal, diyalog û serdanên berdewam yên di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo dirustbûna têgihiştina hevbeş hatin gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser karê hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê û aliyên siyasî yên welat bi giştî kirin û li ser girîngiya piştevaniya Serokwezîr û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal hemfikir bûn û ev rewş wek derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkan û cîbicîkirina karnameya hikûmetê nirxandin. Herwesa tekez li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku girînge têgihiştin û nêrînên hevbeş li ser çawaniya birêvebirina welat û birêvebirina serwet û samanê Iraqê bi awayekî ku kar û xizmetguzariyên baştir ji welatiyan ra dabîn bike û bibe sedema aştî, aramî û parastina serweriya welat.

Girîngiya parastina ewlehiya sînoran û karkirina gevbeş a Hewlêr û Bexdayê ji bo vê armancê, hemecurkirina çavkaniyên enerjiyê, teşwîqkirina sermayedar û veberhênerên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê, prosesa yekxistina Pêşmerge û arîşeyên li pêşiya vê prosesê û têkiliyên Iraqê digel welatên cîran û herêmî bi giştî çend mjarên din bûn ku di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyoza Amerîkayê ya Iraqê hatin gotûbêj kirin.

Back to top button