Civak

Senterê Komate di nav rûpelên Rojnameya Xebat

Piştî ku di 28.11.2021 da bi piştgiriya birêz Nêçîrvan Barzanî Navenda Belgekirina Dîroka Şoreşê hat avakirin, bi lez û bez bala medyaya kurdî kişand. Gelek caran medyaya kurdî reportaj û nûçeyên giring li ser xebat û çalakiyên Senterê Komate weşandine.
Rojnameya Xebat ku organa fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, vê carê di hevpeyvînekê da digel damezrêner û berpirsê Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê , Rizgar Kêsteyî, bala Xwendekarên xwe dikişîne ser çalakiyên giring yên dema borî yên Senterê Komate.
Di vê hevpeyvînê da berpirsê Senterê Komate,Rizgar Kêsteyî, behsa qonaxên destpêkê yên damezrandinê û armancên li pişt damezrandina vê navendê dike û dibêje:
Me di sala 2010an da hizir li ser damezrandina vê navendê kiribû û me projeyek ji 15 xalan pêk dihat amade kiribû, lê li gorî îmkanên îro me karî tenê sê ji wan xalan bi stafek biçûk a karmendan pêkbînin. Eget piştevanî û îmkan hebin em dê bikaribin wan 12 xalên din jî bêxin warê piraktîkê.

Kêsteyî got ku, kadroyên wê stafê Senterê Komate bi tenê ji şeş kesan pêk tê û armanca wan ew e ku dîroka devkî ya şoreşên Kurdistanê ji wêranbûnê rizgar bikin û bi rêya hevpeyvînên vîdyoyî û nivîsandinê tomar bikin, arşîv bikin û ji jinavçûnê biparêzin.
Kêsteyî da zanîn ku, wan 236 hevpeyvîn bi pêşmerge yên dêrîn, girtiyên siyasî, mamosta û pizîşk yên şoreşê, Bergirî Milî û malbatên nandeh yên nav şoreşê ra pêkanîne ku, bi giştî 1203 demjimêrên vîdyoyê ye. Di van hevdîtinan da qonaxên jiyana wan, çîrok û serhatiyên wan di şoreşan da wek şahidên zindî hatine tomarkirin û parastin.

Berpirsê Senterê Komate di berdewamiya hevpeyvîna xwe da got: Arşîva me peyda kirî xezîneyeke mezin a Bizava Rizgarîxwaza Kurdistanê ye û ji bilî wê jî, me di warê nivîsandin, dariştin û weşandin û çapkirina bîranîn û rojên têkoşînê da alîkariya çend Pêşmerge û kadroyên şoreşê kiriye ku, hinek ji wan li ser kaxezê hatibûn nivîsandin yan jî li ser kasetan hatibûn tomarkirin. Wek pirtûka (Ciriska Berî Şorşê) ya kadiro û Pêşmerge yê dêrîn Mistefa Mezûrî û pirtûka bîranînên Ebdulbaqî Bamernî ya bi navê (Ji Mehabadê Heta Hemrînê) û pirtûka (Sêgoşeya Mirinê) ya Pêşmerge yê dêrîn Naif Bigdaudî û niha jî em li ser pirtûka bîranînên Pêşmerge û kadroyê dêrîn Fuad Mîranî dixebitin.

Ji aliyekî din ve, Kêsteyî behsa hevkariya navbera Senterê Komata û Tora Medyayî ya Rûdawê dike ku, ji encamê wê hevkariyê, Tora Medyayî ya Rûdawê heta niha kariye 8 fîlmên belgeyî li ser çîrok, xebat û têkoşîna hinek lehengên herêma Behdînan amade bike û hijmareke din ya xebatkarên din yên herêma Behdînan li bernameyê Pencemor mêvan bike.

Kêsteyî di vê hevdîtinê da bal kişand ser hevkariya Senterê Komate bi navendên akademîk yên wekî Zanîngeha Zaxo û Zankoya Newrozê ra ku, bi rêya xwendekarên xwe karîn (135) ji van hevpeyvînan bo ser kaxezê veguhêzin û bûne çavkaniyeke pêbawer ji bo xwendekarên master û doktorayê û hejmarek ji xwendekaran ji arşîva me sûd wergirtine.

Her wiha bal kişand ser rola aktîv a platformên medyaya civakî ya Sentera Komata di belavkirina kar û xebatên Senterê Komata da û bal kişand ser bertekên erênî yên xelkê Kurdistanê bi giştî û malbatên xebatkarên ku Senterê Komate bi wan ra hevdîtin pêkanîne.

Berpirsê Senterê Komate, Rizgar Kêsteyî, diyar jî kir ku ew amade ne ku arşîva xwe bigihînin nivîskar, hunermend, rojnamevan, derhêner û senarîstan da ku di warên cuda da mifa jê werbigirin.

Back to top button