Civak

Şêniyên gundê Tilifê yê Efrînê vegeriyane: “Ji 60 malî malbateke Ereb jî nemaye”

Şêniyên gundê Tilifê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê piştî ku vegeriyan gundê xwe dest bi paqijkirina qadên gund û rêyên sereke kir.

Jêderê bêtir behsa hilmetê kir û got: Hilmet piştî vegera zêde ya şêniyên Kurd û derketina malbatên Ereban ên hawirde dest pê kir.

*60 mal e

Jêderên ji gund ji Welat TV re got: Hejmara malan 60 mal e, beriya niha tenê 20 malbatên Kurdan tê de mabûn, di roja îro de yek malbatên Ereb jî tê de nemane, û gund bi temamî weke berê bûye Kurd. Di wê hilmetê de ciwanên gund, qad û rêyên serek pak kirin, û paşme rakirin.

Li gorî jêderan Erebên hawirde mal ji xwe kiribûn cihên xwedîkirina pez û ajelan, û dema derketin her tiştek bi xwe re birin û dizîn.

*Hilmetên din

jêderan tekez kir ji bilî wê hilmetê, hilmeta dabeşkirina dermên û çandina daran jî di rojên bê de dê dest pê bike.

Back to top button