Cîhan

Senator bangî Biden kirin: Bi tundî li Îranê bidin

Êrîşa li Urdinê li dijî baregehê Amerikî hati kirin û kuştina 3 leşker û birîndarkirina 25 leşkeran li Amerikayê bû sedema bertekên tund li dijê Îranê.

Hinek senatorên Amerikî bangî Biden kirin ku, ew divê êrîşê Îranê bike.

Senator Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê medya civakî daxûyaniyek ragihand û got: “ Dema ku Îdareya Biden dibêje nekin, Îran dike. Gotinên Îdareya Biden li Îranê tên paşguhkirin.

Polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên li dijî Îranê bi ser neketin. Li herêmê zêdetirî 100 caran êrişî hêzên Amerîkayê hatiye kirin.”

Lindsey Graham ji malbatên leşkerên di êrişê de jiyana xwe ji dest daye re sersaxî xwest û got:

“Dema ku Îdareya Biden dibêje nekin, Îran dike. Gotinên Îdareya Biden li Îranê tên paşguhkirin.

Polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên li dijî Îranê bi ser neketin. Li herêmê zêdetirî 100 caran êrişî hêzên Amerîkayê hatiye kirin.”

Graham got ku wî bangî rêvebiriya Biden kir ku “armancên sereke yên li nav Îranê bixe”.

Graham derbarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî got.

“Hewldanên Austin ên ji bo pêşîgirtina li êrişên li dijî hêzên me yên li herêmê, bi ser neketin. Eger niha polîtîkayên xwe neguherînin, leşkerên Amerîkî dê li herêmê zêdetir bedela wê yekê bidin.”

Li aliyê din Senatorê Komarparêz Tom Cotton jî rexne li Joe Biden girt ku di çend meh û salên borî de bersiva xwe li hember Îranê û hevalbendên wê lawaz kiriye.

“Biden Îranê bihêz dike”

“Joe Biden bi salan e bi qebûlkirina êrişên li ser leşkerên me Îranê xurt dike. Biden bi milyaran dolar bertîl dide Ayetullahan.”

Tom Cotton herwiha diyar kir ku ew bi mehan li benda êrişeke bi vî rengî bû û wiha domand:

“Yekane bersiva van êrişan divê bersiveke leşkerî ya wêranker be him li dijî hêzên terorîst ên Îranê yên li Rojhilata Navîn û him li nav Îranê. Ji kêmtir nîşan dide ku Joe Biden ne hêjaye bibe fermandarê giştî yê hêzên çekdar.”

Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson ku ew jî komarparêz e li ser hesabê xwe Xê nerazîbûn nîşan da:

“Divê Amerîka peyameke pir zelal ji cîhanê re bişîne ku êrişkirina leşkerên me nayê qebûlkirin.

Êrişa li dijî baregeha Amerîkayê

Li Urdinê, li nêzîkî sînorê Sûriyeyê, bi dronan êrişî baregeheke Amerîkayê hat kirin û di encamê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da.

Herwiha di encama wê êrişê de 25 leşker jî birînda bûn.

Serokê Amerîkayê Joe Biden soza tolhildanê da.

Herwiha hikûmeta Urdinê jî ragihan ragihand ku êrişa dijî leşkerên Amerîkayê li axa Sûriyeyê pêk hat.

Back to top button