Cîhan

Êrîşê Amerikayê kirin 3 leşker hatin kuştin û 25 birîndarin

Li Urdunê, li ser tixûbê Sûriyeyê, êrişî bingeheke Amerîkayê hat kirin û di encamê de 3 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan û25 jî birîndarin.

Hukumeta Urdinê da xûyakirin ku, ev êrîşa li dijê bingehê Amerîkî li ser axa Suriye hatiye kirin.

Amerîkayê derbarê êrişê de daxuyaniyek da û got:

“3 leşkerên Amerîkayê li nêzîkî sînorê Sûriyeyê  di êrişa bi dronan de jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şerê Îsraîl û Hemasê de cara ewil e leşkerên Amerîkayê “di encama êrişa dijmin de” jiyana xwe ji dest da.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî daxûyakirin ku, ev êrîş ji aliye Îranê ve hatiye kirin û emê demek guncavde  hesabê vê yekê bipirsin.Biden got: “Bila ti gumana we nebe, em dê ji hemû berpirsyaran bi awayê ku em dixwazin hesap bipirsin.”

Berdevkê Hikûmeta Urdinê Muhenned Mubeydîn derbarê êrişê de daxuyanî û got:

Êrişa li dijî hêzên Amerîkayê  ne li axa welatê wan li sînorê Sûriyeyê li dijî Baregeha Tenefê hat lidarxistin.

Baregeha Tenefê ya ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin, li sêgoşeya Sûriye-Îraq-Urdunê ye.

Back to top button