Polîtîk

Sempozyuma Navneteweyî ya Dîn, Ziman û Nasnameyê

 

Ji Nûbiharê li Diyarbekirê Sempozyuma Navneteweyî ya Dîn, Ziman û Nasnameyê

Nûbihara ku di ziman û weşangeriya Kurdî de yek ji kovarên herî temendirêj e, bi munasebeta 21 saliya xwe bi navê “Dîn, Ziman û Nasnameyê” sempozyumek navnetewî çêdike. Sempozyuma ku wê di rojên 21-22 Îlona 2013an de çêbibe, cihê wê Salona Konferansa Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê ye.

Bi munasebeta sempozyuma ku ji hêla Nûbiharê ve tête tertîpkirin, digel ji Tirkiyê û Kurdistanê, ji dewletên cûda jî gelek pispor, akamedisyen, siyasetvan, lêkolîner û çalakvan hatine dawetkirin. Hêvî heye ku, di van rojên dawîn de ku meseleya Kurdan dîsa bûye sebebê aloziyên siyasî û civakî, çareserî û fikrên nû ji sempozyumê derkevin.

Lijneya Sazkirina Sempozyumê beyan dike ku, naveroka sempozyumê gelekî dewlemend e, ji herkesî re vekiriye, ew ji xelkê aleqeyek mezin dipên û weha dibêjin:“Bi vê têgihîştinê bîst û yek sal e ku kovara Nûbiharê bi awayekî mutewazî xizmeta çand û zimanê Kurdî dike. Ev xizmet xwe dispêre vê hişmendiyê ku, her ziman bi hebûna xwe beşdarî mîrateya çand û hizra mirovayetiyê dibe û bi îhmal û nekirina vê xizmetê jî mirovahî ji vê dewlemendiyê bêpar dimîne. Di vê çarçoveyê de kovara Nûbiharê û komeleya Nûbiharê di bîst û yek saliya kovara Nûbiharê de dixwazin ku di sempozyumeke bi navê dîn, ziman û nasnameyê de ji aliyê pisporan ve li ser xalên hevbeş û ciyawaz nîqas bêne kirin.

Kovara Nûbiharê ya ku xebata xwe ya bîst û yek sal li pey xwe hiştiye, piştî vê sempozyumê jî dixwaze bi heman rûhî xebatên xwe yên weşanê bidomîne. Komeleya Nûbiharê jî bi heman awayî xebatên nû bide ber xwe. Gotarên ku di warên zanistên ciyawaz de dê bêne pêşkêşkirin jî vê çarçoveyê diyar bikin. Bi vê sempozyumê dê muhasebeya rabirdûya bîst û yek salan bê kirin û ji bo gihîştina qonaxeke baştir li rêyên nû bête gerandin.

Back to top button