Bila Erdogan kusurê nerêne

Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan vekirina balefirxaneya Adiyamanê de axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe de behsa rewşa siyasî ya îro û herweha behsa pêvajoya ku bi xwe destpêkirî kir.
Erdogan beşek axavtina xwe de got: Ew kesên ku dixwazin me perçe bikin re me her demî tiştek got. Me got: Yek millet,Yek Al. Me got yek Niştiman.780 hezar kilometer çarkojî, Yek Dewlet. Ew Kesên ku dewleteke duyemîn dixwazin bira li qusûrê nenêrin, ew ji xwe ra dewletê li ku dibînin, bira kerem bikin herin wê derê.
Li welatê me yek dewleta me heye.Ev wateya serxwebûnê ye. Stêr wateya şehîdên me ye.Em yek milletin.Em hemwelatiyên Cumhuriyeta Tirkîye ne. Em wek Tirk,Kurd, û Laz hemû yekin.Dê Tirk ihtirama Kurda bigre,dê Kurd jî ihtirama Tirkan bigire.
Hukumeta Ak-Partiyê û Erdogan ji avakirina Cumhuriyeta Tirkiye heta niha gelek gavên hêja û erênî avêtin. Di dema Erdogan de hinek bûyerên girîng civakî hatin pêkanîn. Mirov dikare behsa gelek guhertinên baş û erênî bike.
Lê di pirsa Kurd de Erdogan û partiya wî di nava xeletiyekî mezin de ye. Ev gotinên ku Erdogan gotîn formulekirina îdeolojiya “ Turk Îslam sentezî“ ye. Ji berî her tiştekî Kurd û Tirk ne miletekin. Nabin yek millet jî. Eve 90 salin zihniyeta dewletê dixwaze Kurdan biheline, qir bike û wan bike Tirk yan jî beşek ji neteweyê Tirk. Lê nabe. Kurd û Tirk dikarin birabin, dikarin li gel hev bijîn, dikarin li ser axekî bi aşitiyane hemwelatiyê dewletekî bin. Lê ev tişt û gotinên xemilandî hinge pêktê ku Kurd jî bi temamî wekî Tirkan xwedî mafbin. Çi mafê Tirkan heye dive ew mafê Kurdan jî hebê heta wek birabin.
Nirxên her miletî cudane. Ala we ne Ala me ye, ala Tirkan hebê ji bo çi ya Kurdan tunebê? Kurd miletekin, xwedî axin xwedî Al in. Eger gotinên Erdogan ne encama îdeolijiyek nijadperest be, ji bo çi Al a we hebê ya me tunebê? Wek din Ala Kurdan pakije di bin wê ala renginde tu komkujî çênebûne, tawanên mirovatî nehatine kirin. Lê di bin Ala we de bi sedê hezaran kurd hatine qetilkirin, komkujî çêbûne, sergom çêbûne .
Dewleta heyî dewleta Tirkan e. Dewleta Kurdan tuneye. Dema Kurd doza mafên xwe yên rewa dikin, dema behsa mafê dewletbûnê dikin hun çima har dibin. Çavên we tarî dibe.
Kurd li Bakurê Kurdistanê dewleta duyemin naxwzin. Dewleta xwe ya Kurdan dewletek serbixwe dixwazin ev daxwazî mafê wan yê siruştiye. Erdogan dibêje dema inkar a Kurdan xilas bûye. Eve 90 salin hun Kurdan inkar dikin bû çi? Çi jê derket? Gotinên we bi xwe jî inkarkirina Kurdan e. Miletek bê maf ,bê sembolên netewî bê welatek azad tuneye. We ji bo tunekirina Kurdan her tişt kiriye.
Lê rewş ne rewşa berêye. Li tenişta me , birayên me yên Başûr xwedî desthilatekîne, Ala Kurdistanê bilinde, dewletek Kurd li ber çavê weye. Hêdî we bivêjî hun nikarin Kurdan inkar bikin. Gotinek ya Kurdan heye dibêje: War ew war e, lê bihar ne ew bihar e.
Divê Erdogan bizanibe Kurd tu derîve naçin. Li ser axa xwene. Ji berî nihajî nijadperestên mezin yên Tirk yên wek Mahmut Esat Bozkurt û Nihal Adsiz ev gotin gotibûn. Lê Kurd tu derîve neçûn û li ser axa xwene.
Eger demokrasiya Erdogan di derbarê pirsa kurd de ev be , ew tucara nikare bibe demokrat û demokrasî li Tirkiye cih nabe.
Bila vê carê Erdogan li kusura me nerêne. Em li ser axa xwene navê axa me Kurdistane. Em tu derîve naçin yên ev ax dagir kirîn wê rojekî ji roja herin.
17.9.2013
Dara Bilek