Civak

Sembola serxwebûnê

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Her netewek ku berî bibe dewlet, di têkoşîna xwe yê dewletbûnê de bi nirxwen xwe yên netewî xwe bi cihanê daye nasîn û her netewek bi nirxên xwe yên netewî têkoşîna xwe bi encam kirîye. Piştî bi serketinê jî ew sembol bûne nişana serxwebûna wan dewletan.

Al, ji wan sembolan yê serekeye û ji bo netewan teva sembola yekîtî û serxwebûnê ye.

Di dîroka me Kurda de jî cihê Ala Rengîn girîng e.

Qazî Mihemed û Mistefa Barzanî

Berî 67 sala di 17ê vê mehê de, Pêşewa Qazî Mihemed Ala Rengîn emanetî Nemir Mele Mistefa kir û jê re got: “Ev sembola Kurdistanê ye. Ez vê emanetî te dikim. Ji ber ku li gor min kesê ku Alê herî baş biparêze tu yî.”

Salek berê , parlamena Kurdistanê vê rojê wek “Roja Ala Kurdistanê” dîyar kir.

Em di vê roja dîrokî de, Pêşewa Qazî Mihemed û Nemir Mele Mistefa bi rêzdarî bi bîr tînin û dîyar dikin ku emê tu carî hêvîyên wan neşkînin û her tim Ala Rengîn bi serbilindî biparêzin.

Daxwaza me ji hemû alîyên Kurda eve ku di vê rojê de li balkon û paceyên malên xwe bi taybetî jî li yên sazîyên xwe Ala Kurdistanê daliqînin.

Tevegra Ciwanên Kurdistanê

Back to top button