Polîtîk

Japonya dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê pêş bixe

Berî nîvroya îro dûşem 16.12.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nabo Kîşî Cîgirê Wezîrê Derveyê Japonya û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Japon xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da û ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku serdana wî ya Kurdistanê yekem serdane ku berpirsekî bilindê siyasiyê Japonya li Herêma Kurdistanê encam dide behsa wê yekê kir ku welatê wan xwazyare peywendiyên wan yê li gel Herêma Kurdistanê geş bike. Her li vê civînê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Japonya helwesta welatê xwe ya li ser kêşe û qeyranên navçeyê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û ragihand ku Japonya li gel kûrbûna aştiye li cîhanê de. Cîgirê Wezîrê Derveyê Japonya gelek spasiya Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê kir ji bo hewlên wan yê ji bo pêşketin û avadaniya Kurdistanê û dijayetîkirina teror û her wiha hewandina hejmarekî zêdeyê penaberên Sûriye û soza welatê xwe jî li ser yarmetîdana penaberên Sûriye ku li Herêma Kurdistanê da nîştecîhin, bi Serok Barzanî ragihand.

Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina şanda Wezareta Derveya Japonya kir û rol û pêgeha welatê Japonya li aborî û siyaseta cîhanê da bi bilind nirxand û eve jî bi şanda mîhvan ragihand ku gelê Kurdistanê rêzekî taybetî ji bo welat û gelê Japonya heye. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku aştî armancekî pîroz û bilinde û ew gelên bi destê şer ve êş û janê dîtine zêdetir li xelkên din ji bihaya aştiyê têdigihin. Di derbarê yarmetîdana koçberên Sûriye Serok Barzanî got: “Yarmetîdana koçberan karekî gelek başe û cihê destxweşiyê ye lê belê çareseriya yekcariya kêşeyan nake. Pêwîste aliyên Sûriye û civaka navdewletî dawiyê li qeyrana Sûriye bînin û koçber vegerin ser jiyana xwe û dawî bi giriftan bê”.

Li beşekî dinê civîna di navbera Serok Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derveyê Japonya û şanda li gel pêvajoya siyasiya Iraq û navçeyê û qeyrana Sûriye û her wiha konferansa navdewletiya Cenev 2 nirxandin û her dû alî danustandinê li ser dîtin û nêrînên xwe kirin.

Back to top button