Dosya

Selaheddîn stêrka dîrokê

………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………….
BERHEVOKA SELAHEDDÎN’Î – Rênas Jiyan

Selaheddîn
15/08/2010

   

Di dawiya emrê wî de jînenîgarê (biyograf) wî Bahaeddîn hema bihesibîne her tiştê ku aydî jiyana wî ye dinivîse, ji ber ku kesayeteke mîna kesayeta Selaheddîn’î ya dîrokî û pir mezin qeydkirina hemû hûrgiliyên (teferûat) jiyana xwe heq dike. Ew “hikumdarekî” pir mezin e, ji xwe ji ber vê hikumdariyê ye ku ew unwana (bernav) “Selah-ed-dîn” ango “hikumdarê dîn” digire ber navê xwe yê esil “Yûsiv”. Yûsiv, hikumdarê dînê Îslamê gişî ye; êdî ew ne “Yûsiv” lê ew “Selah-ed-dîn” e. Di sikratê de li ser wî Qur’an tê xwendin, gava ku ayeta “ji Xwedê mezintir tu hikumdar tune ye” tê xwendin Selah-ed-dîn hêdîka serê xwe difitilîne û “dikene”, di pey re ruhê xwe telîm dike. “Ken”. Biqasî ku em ji Amin Maalouf’î dizanin Selaheddîn di jiyana xwe de dijberî “kenîn”ê hey “giriya ye”; jixwe ji ber wî giriyê wî ye ku Amin Maalouf’î di pirtûka xwe de, ya ku navê wê “Ji Çavên Ereban Seferên Xaçperestan” e, beşa ku ji hukimdarê kurd ê mezin re vekiriye navê “Hêsirên Çavên Selaheddîn’î” hilbijartiye. Gava ku di cengekê de dayikek ku zaroka xwe winda kiriye tê xwe diavêjê, Selaheddîn jî bi dayikê re dike kûrekûr û digirî. Gava ku keleha Aqqayê ji alî xaçperestan ve dişike û gelê hundirê wê dikevin destê xaçperestan Selaheddîn dîsa digirî. “Girî”. Bigirî Selaheddîn bigirî…
Jixwe ji ber wî giriyê wî yê hundirîn bû ku ew baş bû, ew mezin bû û ew “qehremanê dijminê” xwe jî bû.
Wexta ku ew û apê xwe xweşmêrê “xelk”ê ne, xweşmêrê “Atabega Zengî”yan e û ne xwedî dewlet û hikumdarî ne û apê wî Şêrko cengawerê kurd ê mezin, tê jê re dibêje, “Yûsiv, xwe girêbide em ê herin Misrê zeft bikin” Selaheddînê ku xwe daye ilm û zanyariyê di hundirê xwe de wiha dibêje, “Weke xencerek di ser dilê min de cit bibe, heger min zanibûya ku di dawiya vî şerî de ez ê bibûma qral jî dîsa jî min nedixwest” Qralekî ku tu carî qraltî nexwestiye, qralekî ku hemû qralên dinyayê lê bûne yek jî lê dîsa jî zora   wî nebirine, qralekî ku dev ji dostan berdin dijmin jî heyranê wî ne, qralekî însan, qralekî dilovan, bigirî   Selaheddîn bigirî… 
Qey gava ku mirov qraltiyê nexwaze û ji ber wê nexwestinê, mirov di bin ego û payetiyên xwe yên girand de nepelçiqe mirov dibe qralê herî mezin.
Di dîroka cîhanê de çend hikumdarên mezin hene: Îskenderê Makedonî, Sezarê Romayî, Charlemagne’yê Frengî, Selaheddînê Kurdî, Cengizxanê Moxolî û Napoleonê Korsîkî. Ji van hikumdaran Îskender, Sezar û Charlemagne ji teref dijminên xwe ve “hinekî” hatine qebûlkirin, ji yên mayî jixwe ne pêwîst e ku bê gotin Cengizxan ji ber xezeba xwe ji alî dijminên xwe ve herdem hatiye lanetkirin, di dawiyê de yên ku dimînin Napoleon û Selaheddîn in. Napoleon ji alî dijminên xwe ve hatiye hezkirin, gava ku Napoleon ji bo dagirkirinê çûye Prûsyayê, welatiyên Prûsyayê yên weke Goethe û Hegel’î û welatiyê Nemsayî (Awustryayî) yê weke Beethoven’î û welatiyê Rûsyayî yê weke Tolstoy’î ew bi heyranî pêşwazî kiriye. Lê ji ber ku ol û çanda wan yek bû û bi tenê neteweya wan ne yek bû normal bû ku wan ji Napoleon’î hez bikira, lê Napoleon ji alî Rojavayiyan ve ew qasî nehatiye hezkirin. Yê ku hem ji alî Rojhilatî û Rojavayiyan, hem ji alî dost û dijminan, hem ji alî misilman û fillehan ve hatiye hezkirin û bi heyranî hatiye pêşwazîkirin bi tenê Selaheddîn e…   

Selaheddîn û xwedîtî
10/10/2010

Di dîrokê de dinya giş bi ser Siltan Selaheddîn’î de direele; ji ber ku her kes dixwaze ku ê mezin, ê serkeftî û ê “rast” û ê baş û bilind jê bê hesibandin; ji ber vê yekê hem dost û hem dijmin, hem misilman û hem fileh, hem rojhilatî û hem rojavayî giş ji Qral  Selaheddînê Kurd hez dikin; ji ber vê hezkirinê ye ku ereb wî dikin ereb, tirk wî dikin tirk, heta freng weke dê jê re prenseseke freng îcad dikin û wî dikin freng; lê hew bi tenê miletek di vê hezkirinê de xwe sist dike, ecêb e ew milet miletê Selaheddîn’î bi xwe ye; ango di dinyayê de miletê ku herî hindik ji Selaheddînê kurdî hez dike kurd bi xwe ne.  Mirov weke Selaheddîn’î her tim bigirî an jî bikene weke gava ku ew li ber mirinê bû û keniyabû êdî hew dizane.
Lê ne bi tenê ji ber mezinahî û hezkirinê dinya giş li Selaheddîn’î xwedî derdikeve, ji ber ku di dîrokê de Selaheddîn ji hêla xwediyê xwe ve hinekî “bêxwedî” dimîne her kes ji vê valahiya îstifade dike û hewl dide ku li vî “cewherê dîrokî” xwedî derkeve û wî bi xwe ve girêbide. Heger kurd xwedî hişîneke dîrokî ya bilind bûna û bi rastî jî li Selaheddînê xwe  xwedî derketina Selaheddîn nediket vê rewşê. Gava ku mirov nirxê xwe “bêxwedî” bihêle hinek xwediyên sexte radibin û li wî nirxî xwedî derdikevin.     Na, ne ji bo tu tiştî û tu berjewediyî em dibêjin Selaheddîn kurd e, ne ji bo ku di vî nîrî de hewcedariya kurdan bi yekî weke wî heye û bi hebûna kesayeteke weke kesayeta wî ya dîrokî û mezin kurd wê şiûreke neteweyî ji xwe re ava bikin em dibêjin Selaheddîn kurd e; na, ne ji bo tu tiştî û tu berjewediyî, ji ber ku “rastî” û “zanyarî” û “çavkanî” wisa ne û Selaheddîn bi xwe kurdekî ji kurdên bajarê “Diwîn”ê ye û kokên wî yên “Şeddadî” xuya ne û navê bapîrê wî “Merwan” û navê kalê wî “Şadî” û navê bavê wî “Eyyûb” û navê apê wî “Şêrko” ye û weke esl û sulale û milet ji ber ku ew kurd e em dibêjin Selaheddîn, kurd e.  
Di vir de pirsa herî girîng ev e: Ligel ku Selaheddîn kurd e jî çima kurd ew qasî li Selaheddîn’î xwedî dernakevin û vî nirxê xwe yê pir hêja bi destê xelkê ve berdidin?

Bersiv dikarin wiha bên rêzkirin:
1- Weke ku Hegel jî destnîşan dike di civakên bindest de hişîna dîrokî pir qels e.
2- Bindest her tim ji nirxên xwe bêtir heyranê nirxên serdestan in.
3- Bindest xwedîderketina nirxên xwe ji xwe re dikin kêmasî û kompleks.
4- Rewşa wan a bindestiyê “derfetê” nade ku li nirxên xwe xwedî derkevin; jixwe bindestî “bar”ekî giran e, xwedîderketina wan a li nirxên wan, wî barî girantir dike.
5- “Kurdên hişyar” di şîrovekirina dîrokê de “anakronîk” in û ji Selaheddîn’î bi gazin in ku çima ew biqasî ku li Îslamiyetê xwedî derketiye ew qasî li kurd û Kurdistanê xwedî derneketiye. (Ji nav van xalan xala herî girîng ev e)
A rast weke ku tê gotin Selaheddîn di mijara kurdan de ne ew qasî yekî “xemsar” bûye, (di nivîseke pêş de em ê li ser vê yekê rawestin) lê niha ya girîng di vir de xizmeta wî ya Îslamiyetê û “anakronîzm”  e.   Di heyama Selaheddîn’î, di qirna 12’em de raman û îdeolojiya serdest dîndarî ye ne tiştekî din. Dinya dinyayeke “olî” ye, ne dinyayeke “neteweyî”. Fransî, îngilîz, alman û hwd civak ne ji bo “milet”ê xwe ji bo “dîn”ê xwe “filetî”yê tên kirina herban; û ji ber wê jî, ev civak ne li ser navê miletên xwe li ser navê “xaçperest”an tên binavkirin û Selaheddîn jî weke wan mirovekî heyama xwe ye,  Selaheddîn jî wekî wan ne li ser navê miletê xwe li ser navê “dîn”ê xwe “misilmantî”yê herb kiriye, û divê bikira jî…

Selaheddînê Qirna Navîn
24/10/2010

Heke Selaheddîn li dînê xwe xwedî derneketa nedibû Selaheddîn. Di heyema wî de raman û her weha îdeolojiya serdest û “yekta” ol e; ji bilî olê tu rêyên ku mirov karibe xwe pê bigihîne wesfên baş û serkeftinê tune ne. Di heyama Selaheddîn’î, di qirna 12’em de raman, zanyarî, huner, siyaset, kesayet giş di olê de depokirî û şîfrekirî ne; yekî ji olê dûrketî ji van hemû tiştan jî mehrûm e; yekî ku ji van tiştan dûr ji bo şerrê ku bike ne dikare “aqilmend” û ne jî dikare “bawermend” be ku şerek ancax bi “aqilmendî” û “bawermendî”yê dikare xwediyê xwe bigihîne serfiraziyê. Heke Selaheddîn ji olê dûr bûya ne cewherê ku pê têkoşîn bikira karîbû pê re peyda bibûya û ne jî karîbû tu kesê ku bihata jê re şerr bike peyda bikira. 
Tiştê ku li me dikeve ne ku em şaş bin, di dîrokê de anakronîk bin û ji bo ku ew ne neteweperwer bû em lê neheqiyê bikin û wî darizînin; tiştê ku li me dikeve em li dîroka xwe, li qralê xwe, li Selaheddînê xwe xwedî derkevin û pê serbilind bin.

Di Qirna Navîn de du têgehên serdest hene “oldarî” û “xanedanparêzî”.  Neteweperwerî, piştî 1789’an “Şoreşa Fransî” weke îdeolojî li dinyayê belav dibe, di navbera vê dîrokê û mirina Selaheddîn’î 1193’yan de 600 sal ferq heye, mirovekî piçikekî xwedî hişîneke dîrokî be ji ber ferqeke ewqasî mezin bi tu awayî nikare ji bo ku Selaheddîn ne neteweperwerekî kurd bû wî darizîne û hesabê karê pêşerojê yê ku wî nekiriye pê re bibîne.

Qirna Navîn, qirneke feodal e; em ji dîroknasê pisporê Qirna Navîn Marc Bloch’î fêr dibin ku di vê qirnê de ji neteweperweriyê bêtir “xanedanparêzî” û ji zimanên neteweyî bêtir zimanên olî li pêş in; li Rojavayê ev ziman zimanê “Încîl”ê Latînî û li Rojhilatê jî ev ziman zimanê “Qur’an”ê Erebî ye. Selaheddîn kesayeteke Qirna Navîn e, ew jî weke hikumdarên hevçaxên xwe bi krîterên feodalîteyê tevgeriyaye. Çawa dewletên heyama wî weke “Ebbasî” û “Selçûkî” hatibin binavkirin, dewleta wî jî weha weke yên din bi navê bavikê Xanedanê, weke “Eyyûbî” hatiye binavkirin. Çawa Ebbasiyan Ereb navê dewleta xwe ne weke “Erebistan” lê weke “Ebbasî” û Selçûkiyên Tirk navê dewleta xwe ne weke “Tirkistan” lê weke “Selçûkî” bi nav kiribin Selaheddîn û herweha Eyyûbiyên kurd jî navê dewleta xwe ne weke “Kurdistan” lê weke “Eyyûbî” bi nav kiriye. Çawa di demên modern ên neteweperwer de navê dewleta Tirkiyeyê nebû “Kemalî” û navê dewleta Îranê nebû “Humeynî” û navê dewleta federe ya Kurdistanê nebû “Barzanî” di Qirna Navîn de jî nikarîbû bibûya tiştekî din û mecbûr bû navê xanedaniya xwe bigirta.

Selaheddîn stêrka dîrokê
07/11/2010
Di vê dema me de tiştê ku divê em bikin lê di kirina wan de em bi ser nakevin em radibin wan ji Selaheddînê ku 800 sal berê jiyaye hêvî dikin. Wekî mînak rewşenbîrê pir hêja Celadet di hejmara “Hawar”a 13’em de piştî ku Selaheddîn’î dike berga kovarê û nivîseke pir delal li ser wî dinivîse îcar 10 sal bi şûnde di hejmara “Hawar”a 51’em de di nivîsa xwe ya bi navê “Selahedîn û Rîçardê Şêrdil” de ji bo ku Selaheddîn ne neteweperwer e gazinên giran lê dike û anakronîk dimîne. Nivîsa Celadet’î wisa ye; “Belê Selahedîn kurd bû; dikarîbû xizmeta miletê xwe, miletê kurd bike… nekir. Dikarîbû heyîna miletê xwe bixe ser hîminî qewîn û wî bike milet û dewleteke serbixwe û abadîn… nekir. Dikarîbû miletên din di xizmeta miletê xwe de bixebitîne û miletê xwe li şûna miletên din bigihîne kişwerkişayiyê… Selahedîn ev jî nekir”… 

A rast ji ber ku Celadet neteweperwer e û xwedî hişîneke dîrokî ye ew qedrekî pir û pir mezin dide Selaheddîn’î, berî her tiştî ew Selaheddîn’î dike berga “Hawar”ê û nivîseke pir xweş li ser wî dinivîse, di hejmareke din a “Hawar”ê de wî dike lehengê çîrokeke xwe ya dîrokî û bi dûre di “Ronahî”yê de bi pênûsa Osman Sebrî dibe sersebeb ku li ser Selaheddîn’î rêzenivîs bên weşandin.
Ev giş erênî ne û mezinahiya Celadet’î nîşan didin, lê gazin û giliyên ku ji bo ku Selaheddîn ne neteweperwerekî kurd e Celadet lê dike neheqî û bêînsafiyeke pir mezin e û her wiha dûrî helwesta zanyariyê ye jî. 

Her însan li gorî raman û dînamîkên dema xwe dikemile; pratîkên her însanî li gorî taybetmendiyên dema wî ne; Selaheddîn jî mirovekî dema xwe ye, mirovekî Qirna Navîn e. Çawa Napoleon di bin bandora ramanên dema xwe yên “lîberalîst” de mabe û bûbe Napoleon, û çawa Lenîn di bin bandora ramanên dema xwe yên “sosyalîst” de mabe û bûbe Lenîn, Selaheddîn jî wisa di bin bandora ramanên dema xwe yên “îslamîst” de maye û bûye Selaheddîn.
Ferqa Selaheddîn’î ya herî mezin ji mirovên dema wî, dilsozî û baweriya wî ye, di dema Selaheddîn’î de tu mirov biqasî wî ne dilsozî berxwedana xwe û girêdayî baweriya xwe ye. 

Selaheddîn “stêrk”a dîroka kurdan e, her wiha ew ne bi tenê “stêrk”a dîroka kurdan, ew “stêrk”a dîroka hemû misilmanan û di bawerî û duristî û “etîk”ê de “stêrk”a hemû mirovahiyê ye jî.
Heger em kurd xeteyeke dîrokî bikin û li dîroka wî xwedî dernekevin, berê berê weke kurd em xwe dikujin û bi dûre em hemû etîka gerdûnî binpê dikin. Selaheddîn, ne bi tenê “keleh”a dîroka kurdan e, her wiha ew “kelaha etîka gerdûnî” ye jî. Dinya ji cerga bûye dinya kêm kesê wiha “dilpak” tê de peyda bûye.

Jixwe heger em kurd ji ber ku ew ne neteweperwer e em li Selaheddîn’î xwedî dernekevin tê wê wateyê divê hemû neteweyên cîhanê li dîroka xwe ya Qirna Navîn a ku ne neteweperwer e xwedî dernekevin, weke mînak divê îngilîz ji ber ku qralê wan Rîçardê Şêrdil ne neteweperwerekî îngilîz bû û ji ber ku “xaçperestek” bû divê ebeden lê xwedî dernekevin û navê wî ji dîroka xwe bixeritînin, lê ev yek ne wiha ye, îngilîz bi qralê xwe Rîçardê Şêrdil gelekî serbilind û pesindar in…
Selaheddîn kurd û berxwedan
21/11/2010

Em nikarin kerba bêkêriya xwe ya îroyîn di serê Selaheddîn’î re derxin. Qral Selaheddîn, mirovê herî serkeftî yê heyama xwe ye. Wî hemû ruh û ramanên dema xwe daqurtandibûn, ka gelo em kurdên îroj çiqasî dikarin ruh û ramanên dema xwe daqurtînin; wekî mînak, di dinyayeke neteweperwer de em dikin û nakin em nikarin fêrî zimanê xwe kurdî bibin, em dikin û nakin em nikarin xwe ji feodalîteyê bişon û pêvajoya xwe ya miletbûnê temam bikin. Selaheddînê ku îroj neteweperwerên kurd wî naecibînin nizanin bê ew ji bo pêvajoya afirandina miletbûna kurdan cewherekî çiqasî bêhempa û hevîrtirşekî çiqasî hêja ye.
Em ji Vladimir Minorsky fêr dibin ku Selaheddîn wekî ku tê zanîn di “împaratorî”ya xwe de di mijara kurdan de ne qralekî ew qasî sersar bûye, wekî mînak di nav artêşa xwe de cihê herî girîng û herî nêzîkî xwe di navenda artêşê de ji serdar û fermandarên kurd re veqetandiye. Yek ji van fermandaran “Diyaeddîn” û yê din “Seyfeddîn” e ku herdu jî bi eslê xwe kurdên Hekariyê ne.

Di 1192’yan de di dorpêçkirina keleha Akkayê de gava ku Seyfeddîn û mirovên kelehê dikevin destê Xaçperestan û Selaheddîn nikare tiştekî bike di nav her kesî de dibe kûrkûra wî digirî, lê gava ku Seyfeddîn xwe ji kelehê xelas dike û ji nişkan ve derdikeve pêşberî Selaheddîn’î dîroknas Behaeddîn û Îbn Xelikan vediguhezînin me ku Selaheddîn “pê ve radibe û bi şabûneke nedîtî Seyfeddîn’î gelekî xurt hembêz dike”.

Diyaeddînê zana ku di heman demê de şêwirmendê Selaheddîn’î bûye li Misrê piştî mirina Şêrkoyê apê Selaheddîn’î teqez xwestiye ku “kurd”ek bê dewsa Şêrko’yî û di navbera Selaheddîn û Seyfeddîn’ê ku herdu jî kurd bûne de Selaheddîn hilbijartiye û rê li ber hikumdariya Selaheddîn’î vekiriye. Diyaeddîn, heya mirina xwe 1189’an jî li cem Selaheddîn’î weke rûmetdarekî mezin jiyaye û xwedî erk bûye.

Siltan Selaheddîn ne bi tenê lehengê “dîroka Kurdistanê” ye ew lehengê “dîroka Dinyayê” ye jî. Berî her tiştî Selaheddîn “berxwedêr”ek e. Selaheddîn vê feraseta “berxwedan”ê ji kokên xwe yên kurd digire, heger Selaheddîn ne kurd bûya li hemberî Seferên Xaçperestan tu carî ew qasî nikarîbû di der xwe de bidaya, wî yê jî weke gelek misilmanên dema xwe dev ji dozê berdaya û biçûya.

Selaheddîn ji ber ku bi kokên xwe kurd bû di berxwedanê de ew qasî xurt bû.
Li Rojhilata Navîn bi tenê neteweyek xwedî xwe û “çanda berxwedaneke xurt” e ew netewe jî kurd e. Do, bi saya Selaheddîn’î di ber xwe da û hemû Rojhilata Navîn ji zilm û mirinê xelas kir îroj jî bi heman berxwedanê dîsa wê Rojhilata Navîn ji zilm û mirinê rizgar bike. Tam di vir de divê em ji “berxwedan”a Selaheddîn’î ya li hemberî “Xaçperest”an sûdê wergirin û ji bo ku em ji bindestiyê rizgar bibin berxwedana wî weke şiyar ji xwe re qebûl bikin.
A girîng ew e ku em ji Selaheddîn’î fêm bikin, a girîng ew e ku em ji “bawerî”ya wî, em ji “berxwedan”a wî, em ji “azadî”ya wî fêm bikin û em ji kurdan re dîrokeke delal û bi rûmet ava bikin. Dîrokeke ku Siltan Selaheddîn ji ber fedî neke, dîrokeke ku hêjayî navê wî be…
Herba ‘Hîttîn’ê û Selaheddîn
05/12/2010

Qrala Qudsê Guy de Lusignan, di destê prensê Antakyayê Renaud de Châtillon’î de belengazekî dera hanê ye, her wiha li dora Renaud de Châtillon’ê ku bi xedarî, qesasî û talankariya xwe ruhê misilmanan ji xwe biriye û bûye sembola zilma xeçperestan li dora xwe “Şowalyeyên Mizgeftê” û gelek şervanên din jî kom kirine û li herêmê xezebê dibarîne. Mekke, Medîne û karwanê heciyan jî di nav de pîroz ne pîroz çi dikeve ber wî dikuje û talan dike. Her çend serjêkirina yekî li şêvaz û dilbirehmiya wî neke jî Qral Selaheddîn’î ji ber van kirinên Renaud de Châtillon’î ahd kiriye ku wî bi destê xwe bikuje. Her wiha bi êrîşa karwanê heciyan, Renaud de Châtillon’î agirbesta heyî jî binpê û xera kiriye.

Di 4’ê tîrmeha 1187’an de artêşa xeçperestan serdestî girê “Hîttîn”ê ye, li jêr gola “Taberiye”yê di destê artêşa Qral Selahedîn’î de ye. Selahedîn baş dizane ku ji bo vexwarina avê, artêşa xeçperestan teqez wê êrîşî golê bike; jixwe germahiya çolê û giraniya zirxê xaçperestan mala wan xera kiriye û ji tînan zimanê wan erînekê ji devê wan kişiyaye.  Xaçperest xwe ji girê Hîttînê, bi awayekî çavgirtî digindirînin golê, hêzên Qral Selahedîn’î amade ne. Xaçperest li “berxwedan”eke mezin rast tên, dişikin û hêzên wan ên mayî revîrevî dîsa bi şûnde hildikişin ser girê Hîttînê.  
Li serê girê Hîttînê dîsa hêzeke wan a baş li hev kom dibe, Siltan Selaheddîn’ê ku “çeka avê” bi kar anîbû vê carê jî “çeka êgir” dixe dewrê. Ji ber ku demsala havînê ye û pûş û pelaxa girê Hîttînê hişk bûye, bi derketina bayî, Selaheddîn fermanê dide leşkerên xwe da ku ew li jêr agir bera pûş û pelaxê bidin; agir bi girê Hîttînê ber bi jor ve radipelike, Xaçperestên ku ji tîn û germahiya havînê helikî, bi awayekî şaşbûyî xwe di nav êgir de dibînin û têk diçin. Renaud de Châtillon û  Guy de Lusignan êsîr tên girtin. Gava ku wan tînin bin konê Selaheddîn’î, Selaheddîn avê bûzê îkramî Qral Lusignan’î dike, lê ji ber ku ahd kiribû serê Châtillon’î jê dike. Di herba Hîttînê de faktorên serkeftinê; “av”, “agir”, “berxwedan”, “bawerî” û “Selaheddîn” e. Piştî serkeftina herba Hîttînê, “Quds” jî di nav de gelek bajar “weke fêkiyên ku di darên xwe de stewiyabin yek bi yek dikevin”

Hîttîn, hem ji bo kurdan û hem jî ji bo cîhanê encamên xwe yên gelekî girîng hene. Bi vê herbê deriyê bajarê pîroz Qudsê li ber misilmanan vedibe, her wiha xaçperest di vê herbê de “xaça xwe ya pîroz û dîrokî” winda dikin û bi vê windabûnê re baweriya xwe ya serkeftinê jî winda dikin. Misliman serdestî herêmê dibin. Ev herb, di dîrokê de serfiraziya dawîn e ku rojhilatî li hemberî rojavayiyan bi ser dikevin.

Bi “Hîttîn”ê nav û dengê Qral Selaheddîn’î li hemû dinyayê belav dibe. Eyyûbî ji “dewlet”bûnê derdikevin û dibin “împaratorî”. Kurd di vê herbê de lehengên dîroka dinyayê ne, piştî wê, ji dika dîrokê peya dibin û careke din êdî hew xuya dibin, ji ser-roltiyê derbasî fîguraniyê dibin. Hîttîn, mezintirîn herba dawîn e ku kurd serfiraziyê bi dest dixin. Piştî Hîttîn û Eyyûbiyan êdî kurd careke din hew dikarin bibin  xwedî “dewlet”, her ku diçin bi şûna reş de diçin. Bê dewlet û sîstem, di nav dîrokê de winda dibin heta roja me.

Heger mirov dîroka “bindestî”ya kurdan bikole dê heta “Hîttîn”ê biçe. Hîttîn, ji bo kurdan azadî ye. Piştî wê bi Moxol û Safewî û Osmaniyan bindestî dest pê dike. Hîttîn hem ji bo kurdan û hem jî ji bo rojhilatiyan roja herî “biriqî” ye. Piştî Hîttînê û piştî rehm û dilovaniya Selaheddîn’î li benda rojhilatiyan xetere û “xezeb”eke pir mezin dibawişke: Moxol.

Nivîskar,Amadekarê Rêzenivîsan : Rênas Jiyan
Rêzenivîsên li ser Selaheddîn’î di Azadîya Welatê de weşîyaye.

Back to top button