Kultur

Nûbihar li Almanyayê ye

Nûbihar li Almanyayê ye – tevî hin nivîskarên xwe

Weşanxaneya Nûbiharê dawîya vê mehê li fûara kîtaban ya ASTECê ye. Ji 23.12.2010 hetanî 02.01.2011yan standa Nûbiharê ji meraqdar û hezkirên ziman û edebîyata Kurdî re li Almanyayê li bajarê Duisburgê vekirîye.
Weşanxaneya Nûbiharê bi kovar û kitêbên xwe û bi weşanxaneya xwe ya taybet Kent Işıkları lı benda xwendevanên Kurd e.
Li fuara ASTECê bi pirranî kitêbên Tirkî û Almanî tên firotin – cara ewil e ku weşanxaneyeke Kurdî tevlî dibe.
Seet vekirina fuarê: 10.00-22.00

Panel û îmze:
Di di 31.12.2010an seet 17.00yan de Nûbihar li salona fuarê paneleke Kurdî  jî li dar dixe:

Mijar:     Paşeroja Edebiyata Kurdî û rola Nûbiharê
Axaftvan:     Süleyman Çevîk (Xwedî û berpirsiyarê nivîsaran yê Nûbiharê)
        Sabah Kara (nivîskar û şair)
Peşkeşvan:     Selman Dilovan

Li du panelê nivîskar Sabah Kara, Selman Dilovan û Abdullah Incekan kitêbên xwe îmze dikin.

Navnîşan:
Konrad-Adenauer-Ring 9-13
47167 Duisburg

Balkêş e ?
Close
Back to top button