Nivîsar

Sekinandina şer dikare mercên herêmê bide guhertin

 

Eşkerekirina hevdîtinên bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re, weke hinek caran pêvajoyeke din a nû dest pê kir.

Berî niha  jî hevdîtin dest pê kirîbûn û di encama van hevdîtinan de pêvajoya Xabur û Osloyê pêkhat, lê bi ser neketin. Sedemê biserneketinê pir hate gotubêjkirin. Lê ya herî girîng dewletê jî û serokê PKKê jî ev sernekeftina van pêvajoyan û gelek bûyerên din ku ev pêvajo ji holê rakirin wek provaksyonekê li dar xistin.

Gelo evên ku provaksyon dikin kî ne ku pêvajoya vî şerê qirêj bisekinîn û sabote dikin? Behsa vê yekê çendî ku bi awayekî vekirî nayê kirin, lê belê xwedêgiravî bibêjin Dewleta Kûr.

Bêguman ev rêxistina tarî çewe ku xwe di nêv dewleta Tirk de bi cih kiriye, ewkas di nava PKKê de jî heye û her dem bi awayekî van qonaxên erênî sabote dike.

Lê dixweyê vê carê rewş hinekî cudaye. Berî her tiştî, divê tecrûbe ji bûyerên berî niha hatibin wergirtin. Li gora vê jî, divê hewldan hebin ku ev pêvajo jî neyêne sabotekirin. Lê eger ev jî bi awayekî bête sabotekirin, mimkin e ku destpêka  pêvajoyeke din pir zehmet bibe.

Herkes dizane ku kes di aliyê leşkerî de serkeftin bi dest nexistiye. Serkeftina leşkerî jî li vê herêmê ne welê hesan e. Aliyek dibe ku zêdetir ji aliyê din bikuje, yan jî demekurtekê bi çelakiyekê bi ser dikeve, lê aliyê ku winda dike gelên herdu aliyan e. Pêvajo ya siyasî û tevgera azadixwaz a kurd e.

Yê ku di şer de bi ser dikevin, ew in ku siyaset bi xwîna zarok û gencên Kurdistanê dikin. Ew in yên li ser ranta vî şerî dijîn û di civatê de ji xwe re cihekî “bi rûmet“ peyda dikin. Herweha ew in ku yên tenê bi siyasetê bazirganî dikin.

Ji bo vê yekê sekinadina vî şerî armanc çidibe bila bibe, gavek erênî ye û di vê qonaxê de bi berjewendiyên kurdan re digunce.
Ji aliyek din ve li Tirkiyeyê ji bilî partiya nijadperest (MHP), herkes bi awayekî cuda pişgiriya vê pêvajoya nû dike.
 
Wekî din, Serokê Kurdistanê bi daxuyaniyekê pişgiriya xwe ji bo rawestandina şer û destpêkirina riya diyalogê ragihandin. Bê guman di vê babetê de helwesta serokê Kurdistanê jî pir girîng e.

Di bingeha xwe de ev tiştên ku têne kirin, ji bûyerên herêmê ne cuda ne. Belkî jî ev, encama siyaseta ku li herêmê tê kirin bi xwe ye. Serokê Kurdistanê îro aktorekî herî mezin e di siyaseta Rojhilata Navî de, ev yek ji aliyê pisporên siyasî yên herêmî û cîhanê jî welê tê qebûl kirin.

Ji aliyê berpirsên Ak Partî û hukumetê ve jî, daxuyaniyên erênî û nerm têne dayîn. Herweha BDP û aliyê PKKê jî, daxuyaniyên bi hizir bin jî, lê erênî didin.
Bi awayek gelemperî mirov dikare bêje ku piraniya aliyên siyasî bi erênî li dawîbûna vî şerê qirêj dinêrin.

Niha ev pêvajoya ku dest pê kirîye, tu car pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê çareser nake. Lê dikare şer bisekinîne. Sekinadina şer, civata kurd ku ji ber şer serobin bûye û di navê de ku tahrîbatên mezin peyda bûne, wê normalize bike, bi awayekî dê hişê xelkê bête serê wan. Hingê dê gelê Kurdistanê bi xwe rêya xwe bibîne û di jiyaneke aram de mirov behtir bi akilane dikare bifikire û bibe xwedîyê helwesteke rasteqîne.

Dema mirov pişgiriya pêvajoyekê dike, ev nayê wê wateyê ku mirov siyaseta aliyên pêvajoyê ku pêktîne baş dibîne. Eger encam ji bo berjewendiyên netewî baş be, mirov li gor baweriya xwe wê demê erênî dibîne.

Ji bo vê jî, eger sekinadina şer bibe encama van hevdîtinan, dê tiştek baş bête holê. Ev yek dikare bibe destpêka gelek bûyerên herêmî bi xwe jî. Ev yek jî dikare pêwendiyên herêmî û tewazinên siyasî yên li Rojhilata Navî jî, bidin guhertin.

 

6.1.203

Dara Bilek

Back to top button