Civak

Şehîd Hesen Sebrî Kêsteyî

Ew şehîdê 45 salan destmala dezgirrtiya xwe di nav hestîkên xwe da parastî, piştî 45 salan, bi harîkariya Senterê Komate termê wî ji meydana şerî gihişe hembêza Duhoka Dasinyan.

Hesen Sebrî Kêsteyî, ew xurtê mêrçak, çalak û xûnşêrînê 19 salî,  kurê êkane yê dê û bavê xwe û birayê 6 xûşkan, li sala 1976ê û di jiyê 19 saliyê da dibe Pêşmerge û li dijî dagîrkerên Kurdistanê dest bi xebatê dike.

Bavê wî, Hecî Sebrî, kesekî hejar, aram û pak bû. Ew çend bizin û heywanên xwe difroşe û Klaşnîkofekê dikire û bi milê Hesenê xwe yê êkane û xweşitviyê malê ve dike. Hesen jî xwe digehîne ser tixûbê bakûrê Kurdistanê û dibe yek ji Pêşmerge yên destpêkê yên şoreşa Gulanê. Hesen êdî Pêşmerge ye li çiya û bavê wî, Hecî Sebrî, jî li Kampa Bêgova zarokên xwe yên mayîn xwedî dike. Lê ji ber ku Hesen kurê wî yê êkane ye loma ew dixwaze kurê xwe Hesenî bizewicîne, belku bibe xwedî zarok û warê Hecî Sebrî kore nemîne. Li sala 1978ê, dema Hesenî dibe 21 salî êdî bavê wî keçekê bo dixwaze û bizavê dike ku Hesen jinika xwe veguhêze û li gundekî li bakûrê Kurdistanê malekê ji xwe ra dane, da ku dema ew ji gerên pêşmergetiyê vedigere, êdî ew jî xwedî mal û jin be.

Kelopelên Şhîd ku di gora wî de mabûn

Êdî Hesenê ciwan û devbiken û xûnşêrîn bi dezgirtiye û biriyare li dawiya bihara wê salê şahiya xwe bike. Lê ew sozê dide dezgirtiya xwe û nameyekê jî ji bavê xwe ra rê dike ku, bi tenê ew dê vê gerê jî digel hevalên xwe yên Pêşmerge here nav kûratiya başûrê Kurdistanê, çunikî wî nedixwest hevalên wî bêyî wî herin, û li zivirînê dê şahiya xwe bike. Dezgirtiya wî jî destmalekê bi tiliyên xwe jê ra dinexşîne û dike di paxla wî da û jê ra dibêje: Bila ev hertim bi te ra be, da ez her tim li bîra te bim, heta tu vedigerî û em şahiya xwe dikin.

Hesen digel hevalên xwe bi serperşitiya şehîd Mihu Gewda, xwe berdidin nava başûrê Kurdistanê. Li devera Amêdiyê Mistefa Mizûrî û hevalên xwe jî digihin wan û ew hemû bi hev ra diçin devera Akirê-Zêbarê, li wir digel Adil Mizûrî û hevalên wî hevdigirn û hijmara her sê gropan bi hev ra digehe 36 pêşmergeyan.

Şevekê ji bo karên rêkxistinê ew xwe berdiden mişara navbera Dînartê û Nehleyê û berê spêdê di navbera her sê gundên Bamişmiş-Gomana û Ertûnê ra xwe digehînin Geliyê Zêweyê li hindavî van her sê gundan. Ew têşta xwe li wêderê dixwen û paşî, ji bo xweparastinê,  hilbaskî çiyayê Dosteka dibin. Rijêma dagîrkera Baas, bi rêya hindek sîxurên xwe, zaniyariyan li ser wan pêşmergeyan werdigirin ku li Geliyê Zêweyê ne, loma hêzeka mezin ya leşkerê Îraqê ji Dînartê bi erebeyan ber bi  gundên Ertûnê û Gomana bi rê dikevin û dîrekt  berê xwe didin Geliyê Zêweyê. Dema ew hêza leşkerê Îraqê nêzîkî pêşmergeyan dibe, êdî dijmin bi sedan leşkeran ji asmanan jî bi rêya helîkopteran berdide pişt hêzên pêşmergeyî û hêzên pêşmergeyî di wî çiyayê asê û bilind ra dorpêç dike.

Dema leşkerê Îraqê nîzîk dibe, pêşmerge dest li dijminî diweşîne û êdî şerekî giran dest pê dike û dijmin ji erd û asmanan agirî li pêşmergeyî dibarîne. Pêşmerge ji bo şerkirin û xweparastinê belav dibin. Hesen Sebrî, Mistefa Mizûrî û Seyd Nurî Çemseydî bi hev ra dimînin. Hêzeka dijminî bizavê dike ku wî kumtê bilind yê navbera Geliyê Zêwe-Ertûnê û Dosteka bigire û her sê pêşmerge jî bizavê dikin ku berî hêzên dijminî wêderê bigirin, û ji bona  ku dijmin li ser wan zal nebe û ew bi şer wêderê digirin, tevî ku ew xwe digehînin serê wî kumtî, lê helîkopterên dijminî wan têxin bin agirê rokêta û reşaşa Doşkeyê. Guleyeka Doşkeya helîkopterê pê Hesenî dihingêve û pê wî dişkêne û ew li ber hêza lêdana gulleyê girêl dibe û ji hevalên xwe xwartir dikeve pişt kevrekî. Piştî helîkopter li ser wan sist dibin, her du hevalên wî nêzîkî 100 metreyan wî dibin xwartir û li nav teraşekê diveşêrin. Hemû derdûra wan dijmin e,  şev jî bi ser da hatiye,  tînî  û birsî ne,  ji liv û tevgerê ketine loma ew nikarin Hesenê birînda rizgar bikin. Ew pariyê nanî yê bi wan ra maye, didanin cem Hesenî û her du bizavê dikin xwe bigehînin hevalên xwe yên din daku bi hev ra werin Hesenê birîndar ji wê rewşê rizgar bikin. Lê li wan dibe şev û tarî û li wê deverê jî neşarezene, ji birsa, bêxewî, tînî û westiyanê ew her du jî ji hev vediqetin û li hev winda dibin.

Destmala ku dezgirtiya Şehîd diyarî kirî

Seyd Nurî piştî 3 rojan hevalên xwe dibîne û nêzîkî 15 pêşmerge  bi şev xwe digehin cem Hesenî, dibînin ku ew şehîd bûye. Ew tivenga wî jî li cihê lê hatiye hingaftin dibînin û radikin. Paşî bi tevrkekê reza her li cihê lê şehîdbûyî, nêzîkî 50 sm erdî dikolin û Hesenê 21 salî yê ku negeheşitî bibe zava, her bi cilik ve li wêderê diveşêrin. Dezgirtiya wî ku li ser tixûbê bakûr çaverêyî şahiya xwe û Hesenî ye, li şûna mizgîniya şahiyê, hevalên Hesenî mizgîniya reş digehînin wê.

Ji ber kawdanên şorşê, Enfal û derbeder bûnê, malbata Hesenî nikarî bû tu pêzanînan yên dirust li ser cihê veşartina wî bi dest bixe. Dîsan gelek tiştên cuda-cuda li dor şehîdbûna wi dihatin gotin. Hindekan digot: “Bi birîndarî maye li meydana şerî û hêzên dijminî ew bi xwe ra biriye”. Hindekan digot: “Termê wî maye li meydanê û dijminî cenazeyê wî bi xwe ra biriye û gelek tşitên din jî dihatine gotin.

Parsal dema Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka şorşê pertûka bîreweryên kak Mistefa Mizûrî çap û belav kirî, kak Mistefa di wê kitêba bîreweriyên xwe da behsa şehîdbûna Hesenî dike, lê dîsan bi dirustî me nekarî cîyê gora wî destinîşan bikin. Îsal kak Seyd Nurî Çemseydî, piştî ku ji Amerîkayê hatiye Kurdistanê, dîsan me wek Senterê Komate hevpeyivînek pê ra kir û kak Seyd Nurî gelek bi hûrî û zelalî behsa vê bûyerê dike û me bizav kir ku digel wî û kak Maruf Kêsteyî, pismamê şehîdî, herin wê deverê, lê diyar bû ku ji aliyê eminî ve minasib nebû em herin.

Paşî piştî hîngê bi rêya kak Omer Xenisî, bapîrê Şêrwanî û Elî Kadanî, me wek Senterê Komate digel kak Maruf karî Hecî Ehmedê  Ertûnî peyda bikin ku, akinciyê gundê Ertûna nêzîkî cîyê bûyerê ye û wê roja şer jî ew bixwe şivan bû û keftibû nav şerî û piştî 4-5 rojan ew digel du kesên din yên deverê çûbûn cihê şerî da ku bizanibin kanê çi şehîd, birîndar yan pêşmerge yên veqetiyayi li wê derê nemayine?, ji ber ku wan dizanî şerekê gelek mezin û giran li wî çiyayî hat bû kirin. Dem Hecî û hevalên xwe diçin ew xûna şehîd Hesenî dibînin û paşî gora wî jî dibînin. Ew pezê xwe dibe wê derê û pezê xwe çend caran di ser gora wî ra derbas dike da ku şûnwarên gorê nehêle û eger dijmin were wê deverê gora wî peyda neke.

Hecî Ehmedî bi dirêjî ev bûyer ji bo me vegêra û got jî:  Şeva piştî şerî ez li Geliyê Zêweyê şivanê  pezî bûm. Nîvşev kesekî ez ji xew rakirim û gote min: nanî bide min ez ji birsa ketîme. Ew pêşmergeyekî bi tinê bû. Diyar bû ku ew ji hevalên xwe veqetabû. Min nan dayê û semtek/rêyek nîşa da, hêzên dijminî her der girt bû, tinê ew semt mabû. Min jê ra got: vê semtê bigire û here dê rizgar bibî‌.

Hosa bi rêya Hecî Ehmedê Ertûnî me cihê gora şehîd Hesenî peyda kir. Roja 30.10.2023ê kak Rizgar Kêsteyî berpirsê Senterê Komate û kak Necmedîn Kêsteyî, kak Maruf Kêsteyî û Mihemedê birayê şehîdî ji Duhokê çûne gundê Ertûnê û di heman rojê da digel Hecî Ehmed Ertûnî û kur û neviyên wî, çûne çiyayî û gora şehîdî vekirin û paşmayîyên termê şehîdî bi harîkariya wan‌ ji gorê derxistin. Paşmayiyên termî înan û hatine Ertûnê û bi şev li mala Hecî Ehmedî man û pêdeya 31.10.2023ê ji wêrê  anîn Duhokê.  Hijmareke zêde ya xelkekî,  pêşmerge yên dêrîn, kestiyên deverê û kesûkarên wî li navbera Evrîkê û Êtûtê pêşwaziya termê şehîdî kirin û bi rêwresmeka bijarte li goristana Şaxkê veşartin.

Ji bilî hestîkên şehîdî, herwesa, cilkên wî û bi taybetî şûtka wî ku dema birîndar bûyî ji bo veguhastinê di leşê wî aland bû û hêşita ya dirust bû,, di gorê da bûn.

Dîsan di berîka wî da şeyekê pirçê ku didanên wî ket bûn, digel neynikekê, şûşekeke Vazelînê, şûşekeke gulavê û digel wê destmala ku, dezgirtiya wî ji bo wî nexşand bû û jê ra kir bû diyarî, eve hemî di bêrîka wî da hatin dîtin.

Wekî hatiye diyarkirin, dema Hesen şehîd dibe, ew kurê êkaneyê dê û bavê xwe  bû, lê spas ji bo Xwedê 4 salan piştî şehîdbûna wî, li sala 1982ê, Xwedê kurekî dide  dê û bavê şehîdî û navê wî dikin Mihemed.

Mihemedê birayê şehîdî ew tşitên me diyarkrîn ku di gora şehîdî da hatin dîtin digel destmala diyariya dezgirtiya wî, wek bîrhatinên şehîdî li cem xwe diparêz.

Back to top button