Polîtîk

Sedir qebûl nake Xaneqîn vegere ser Kurdistanê

Muqteda Sedir serokê Tevgera Sedir ku, tevgereke Şîye ye û girêdayî Îranê ye, di daxuyaniyekê de got ku ew bi tu awayê qebûl nake ku bajarê Xaneqîn û bajarokên derdûra wê vegerin ser herêma Kurdistanê.

Li hember vê daxuyaniya serokê Tevgera Sedir ya Şîye, Kawe Mehmûd berdefkê fermê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxiyaniyekê de ji Aswat Îraq re got ku pirsgirêkên deverên cîyê nakokiyê li gor madeya 140ê ya destûra Îraqê dê bên çareser kirin.
Mehmûd got: “Armanc ji hinartina hezên pêşmerge bo Xaneqînê, parastina xelkê wan deveran e bi hemû pêkahatn ve û rêgirtine ji guherîna demografiya  wê deverê. Li Xaneqînê û derdûra wê kurd rastî bizorêderkirin dihatin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî vê yekê qebûl nake.

Kawe mehmûd got jî ku hikûmeta herêma Kurdistanê pabende bi destûra Îraqê û herêma Kurdistanê li gor wê destûrê tevdigere û dive hemû aliyên din yên Îraqê jî bi destûrê pabend bin.

Weke tê zanîn Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê berî çend rojan serdana Xaneqînê kir û bi berpirs û rêvebirên îdarî û berpirsên pêşmergeyan re ziviyz bû. Şovenên ereb li dijî serdana serok Barzanî daxuyaniyên dijwar dan.

Back to top button