Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji bo pêkanîna hikûmetê 40 roj mohlet da Çarçoveya Hevahengiyê û got: “Ji bilî parlamenterên Sedir, hûn dikarin danûstandinê ligel temamê aliyên li nava parlamentoyê bikin.”
Muqteda Sedir di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Twitterê, bang li Çarçoveya Hevahengiyê kir û got: “Fermo eger hûn bikarin, hikûmetê pêk bînin. Ji bilî Firaksiyona Sedir, ligel hemû aliyan gotûbêjan bikin.”
Sedir bang li parlamenterên fraksiyona xwe jî kir, “Bi başî û xirabî destwerdanê di karên wan de nekin. Ez daxwazê ji Firaksiyona Sedir dikim bi ti awayekê destwerdanê di hewlên sê li ser yekê parlamentoyê yên bo pêkanîna hikûmetê nekin.”
Rêberê Tevgera Sedir tekez dike, “Derfetê didim sê li ser yekê parlamentoyê ku Hikûmeta Piraniya Niştîmanî bêyî Firaksiyona Sedir pêk bînin.”
Muqteda Sedir bo sê li ser yekê parlamentoyê jî dibêje, “Danûstandinan ji yekê meha Remezanê heta meha Şewal (Gulan) bêyî cudahî li gel kutleyan bikin.”
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bo pêkanîna hikûmetê 40 roj mohletê dide Çarçoveya Hevahengiyê.