Polîtîk

Sedema bêdengiya Iraqê beranber êrîşên tirkiye eşkere bû

Hikûmeta Iraqê û tirkiye peymaneke hevbeş li ser wê yekê heye ku Iraq rê bi tirkiye daye nêzîkî 10 km bê nav axa Iraqê. Çavdêr jî wiha dibêjin, hemahangî li navbera wan de heye û ji bo her operasyoneke ku tirkiye encam bide Bexda agahdare.

Êrîş û gefên tirkiye û mayîna çalakiyên PKK li axa Herêma Kurdistanê, wiha kiriye ku welatiyên sivîl bibin qurbanê destê tirkiye û PKK.

tirkiye û Iraq li sala 1984 peymanek bi navê “Peymana Şopandina Bilez” îmza kirine û li gor wê peymanê her yek ji wan du dewletan dikarin artêşa xwe bibin nav axa welatê din û bi kûrahiya 10 km ji bo şopandina hêzên Kurdî yên dijî van dewletan biçin. Armanca serekiya tirkiye PKK bû ku ji aliyê tirkiye ve xistine lîsta terorê, paşê tirkiye sê operasyon ji bo nav axa Iraqê li navbera salên 1987 – 1988 encam da û ev operasyon jî bi rizamendiya Iraqê bûne.

Berjewendiya her du aliyan wiha kiriye peymana wan berdewam bê. Lê belê wê dema ku Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqê bû, çendîn hewl da wê peymanê hilweşênê, lê belê Hikûmetên Iraqê wan hewlên Zêbarî razî nebûn.

Back to top button