FlaşPolîtîk

Sedama Nakokiyên DEMê û Şeredarê Qoserê…!

Bûyerên dawî yên li Şaredariya Qoserê careke din şerên desthilatdariyê yên navxweyî di nav Partiya DEMê de ji raya giştî re eşkere kirin. wek tê zanîn Zeynî Îpek hilbijartinan de ji DEM partiyê hat hilbijartin û bû serokê şeredariya Qoserê. Lê piştî demekî nakokî di navbera Îpek û desthilatiya DEMê de derketin. Ipek ji DEMê veqetiya û wek şeredarê Qoserê karê xwe berdewam kir.

Lê DEMê dixwest ew ji şeredariyê jî îstifa bike daku kesek din di Meclisa Şeredariyê de dewsa wî werê destnîşan kirin. Yanî dewsa Ipek kesek din ji DEMê werê hilbijartin. Lê Ipek guh neda DEMê û karê xwe berdewam kir. Di meclisa Şeredariyê de endamên DEMê her astenk ji Ipek re derxistin û nakokî roj bi roj kûr dibiya.

Herî dawî civîna Meclisa Partiyê de wekilê Zeynî Ipek ji aliyê endamên DEMê ve hate protesto kirin û hêk avêtin vekilê Ipek û wî jî qada civinê terikand.

Heman tişt li Şeredariya Silopî jî rû dabû. Seroka Şeredariyê ancama nakokiyan ji DEMê îstifa kir wek seroka şeredariyê karê xwe berdewam kir. Lê DEMê li dijê Jîyan Oraman gelek asteng pêkanin. Jiyan Orman guh neda tehdît û helwestên DEMê, we got” Xelkê ez hilbijartime û ez şeredariyê de xizmeta xelkê xwe dikim.”

Sedemê nakokiyan diyar e. Lê kesek her çi hikmet be behsa van nakokiyan nake. Ji berê pêde serokên Şeredariyên HDP/DEM tene wek fihûrekî kar dikin. Kesek ji partiyê ji PKKê di piş perdê de kar û barên şeredariyê rêve dibe û ranta şeredariyê dide partiyê.

Hinek vê yekê qebûl nakin û nakokî derdikevin holê.

Back to top button