Sedam Hisên bi wê diktatoriya xwe ji %13-15 budce da bû

 

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li ser rewşa aloza Îraqê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û çend pirsên din yên gerim û aktuel di rojeva Îraq û Kurdistanê de daxuyaniyek de kanalên mediyayê û helwesa herêma Kurdistanê li heber pirsgirêkên hene zelal kir.

Felah Mistefa dibêje:

– Piroblema Îraqê li hemû Îraqê ye ne bi tenê li herêma Kurdistanê ye. Hêviya çareserkirina wan pirsgirêkan bi tenê herêma Kurdistanê ye. Lê hewildan tên kirin ku wisa nîşan bidin herêma Kurdistanê ji Îraqê re bûye asteng yan jî wisa nîşan bidin siyaseta herêma Kurdistanê tiştek cudaye ji Îraqa federal, demokratîk û plural herweke di destûrê de hatiye diyar kirin. Em hemû dizanin ku sîstema siyasî li Îraqê hatiye guhertin û zeman jî hatiye guhertin. Ya ku em îro li Rojhilata Navî û bi tyabetî li hindek welatên erebî dibînîn ji encamê înkarkirina nasnameya netwewyan e, înkarkirina hebûna ol û neteweyên cuda ye.

– Îraqê ev piroses li sala 1991ê dest pê kiriye û herêma Kurdistanê bûye mînaka serkeftinê, bûye çavkaniya bihêzkirina îradeya ji bona azadiyê bo gelek netweyan li gelek welatan. Ya ku îro li herêma Kurdistanê bidestve hatiye ew mafên gelê kurd in bidestve hatine, ji me me re nehatîne dan, yên ku îro li Bexdayê hukim di dest daye beriya jinavçûna rijêma Îraqê li vir nebûn, lê belê em beriya jinavçûn arijêmê li vir bûn. Sala 1991ê were li herêma Kurdistanê sîstemeke hukmdariyê hatiye avakirin, me xwest em ji bo paşeroja Îraqeke demokratîk û piralî bibin mînak. Dema em daxuyaniyên Bexdayê dibihîsin, wisa diyar dike ku ew li Bexdayê, li merkez hukim dikin, biryar didin û dixwazin biryarên xwe bi ser hemû aliyan de feriz bikin. Lê sîstema hukimdariyê û destûra Îraqê tekî dê li ser şirîkatiya di hukimdariyê de, di biryarê de û şirîkatiya rasteqîne dike ku, vêya em li Bexdayê nabînin.

– Bştirîn çareserî bo aloziya Îraqê û derketina wê ji vê kirîza têdeye, pabendbûna bi destûrê ye û cîbicîkirina bend û madeyên destûrî yên ku rênexşeya çareseriyê danaye. Îraqê pirsgirêkên emnî, xizmetgozarî û pirsgirêka nebûna siyaseteke diyarkirî heye û ev pirs girêdayî paşeroja Îraqê ne, pirsgirêka Îraqê îro ne herêma Kurdistanê ye.

Li dor pirsa kêmkirina budceya herêma Kurdistanê ya ku ji Bexdayê dihêt, Mistefa dibêje:

– Mafê herêma Kurdistanê ji %17 zêdetir e, dema me ji %17 qebûl kir, me weka nermiyekê nîşan da heta ku, li Îraqê serjimêriya giştî tê kirin. Sedam Hisên bi wê diktatoriya xwe di çarçoveya bernameyê neft li hember qût ji %13-%15 bo Kurdistanê dana bû û hîngê nifosa Îraqê gelek kêmtir bû. Daxuyaniyên berprisên îraqî wisa diyar dikin ku, nifosa Îraqê li deverên din yên Îraqê gelek zêde bibe û li herêma Kurdistanê qed zêde nebibe yan jî kêm bibe.
– Gelek caran tê gotin ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkan herêma Kurdistanê nayê pêş, bervajî, herêma Kurdistanê gelek çûye pêş û gelek nermî nîşandaye, herêma Kurdistanê dixwaze destûr bê cîbicîkirin û li gor destûrê hemû pirs bên çarekirin. Lê ya em li Bexdayê dibînin bi tenê daxuyaniyên defkî ne û şêlûkirina rastyan e li ber çavên hevwelatiyan. Bawerî bi federaliyê, bawerî bi demokrasiyê, rêzgirtin li îradeya gelan û cîbicîkirina destûra ku piraniya xelkê Îraqê deng jê re daye, hemû pirs tên çareserkirin.

Li dor pirsa neft û gazê berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje:

– Eger qanûna neft û gazê a Îraqê li gor destûrê bihataya pesind kirin, îro li Îraqê ev hemû pirs nedihatin pêşiya pirosesa siyasî. Hatina kompaniyên neftê yên biyanî û bi taybetî kompaniyên amerîkî nîşana rastiya siyaseta herêma Kurdistanê a di warê neftê de ye. Sektora taybet xwe bi xwe biryara xwe dide, bi taybetî sektora taybet a Amerîkayê bi baweriyeke timam hatiye herêma Kurdistanê û bawerî bi siyaseta neftê a herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê heye. Dê ji bo hemû dost û neyaran îspat bibe ku, siyaseta herêma Kurdistanê a di warê neftê de li pêşiya xwe deyan ye ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û tevaya Îraqê baştirîn siyasete, êdî pêwîst nake, çi li navxwe, derv eyan jî li Bexdayê bi çevekê kêm li vê siyaseta herêma Kurdistanê û helwestêm hikûmeta Kurdistanê bê nêrîn. Siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê gelek zelal e û tiştek neveşartî ye û gelek bi zelalî û şefafî digel kompnaiyan kontirakt îmza kirine. Hem herêma Kurdistanê navdengiya xwe xerap nake û hem jî kompaniyên biyanî navê xwe reşa nakin eger nezanin siyaseta herêma Kurdistanê siyaseteke rast e û paşeroja wê diyar e. Em hêvî dikin ku êdî daxuyaniyên bi vî awayî li Bexdayê nehên dan, çumkî ew daxuyanî pirsgirêkan bi aqarekî din de dibin.

Li dawiyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve dibêje:

– Eger ji bo çareserkirinê îradeya siyasî nebe, eger bi destûra Îraqê, ew destûra piraniya îraqiyan deng jê re daye pabendbûn nebe, eger destûr ji bo çarserkirina pirsan nebe rênîşander û nexşerê, hîngê pirs çareser nabin û dê di çarçoveya xwe de bimînin. Gelek ji diplomatkarên sala 2003ê li Îraqê bûn û nuha vedigerin Îraqê dibêjin ku, pirsgirêk û piroblemên hîngê hebûn her weke xwe bê çareserî mane, ji ber ku îradeyeke siyasî a bihêz li Bexdayê bo çareseriyê nîne. Em hêvî dikin ku rayedarên Îraqê vê rastî bizanbin û fêm bikin û êdî herêma Kurdistanê nekin qurbanî û herêma Kurdistan nekin sedemê hemû arîşeyan. Herêma Kurdistanê mînaka serkeftinê ye, sîstemeke baş a hukimdariyê heye, em dikarin sîstema herêma Kurdistanê baştir bikin û Îraq jî fêdet jê werbigire. 

 

Nerîna min :