Kultur

Li Mêrdînê maskeyên 1700 salî hatin dîtin

 

Li Mêrdînê, li navçeya Kerboranê (Dargeçîd), li qada ku dike di bin ava Bendava Îlisuyê de bimîne lêkolîn tên kirin. Lêkolînera, 2 maskeyên ku Piştî Zayînê di sedsala 3. de mane dîtin. Ew rûpoşana aîda heyama Împaratoriya Romayê ne û ji hesin û bronzê pêk tên. Tê texmînkirin ku, di wê heyamê de komên şanoyan yên ku hatine Mêrdînê û di lîstikan de bikaranîne mane û ew maskeyana rakirine muzeyê û xistine bin parastinê. 

Tê zanîn, bi Bendava Îlisuyê bajarê antîk yê Heskîfê wê di bin avê de bimîne. Li wê herêmê, ji aliyê gerînendeya Muzeyê a Mêrdînê ve, xebatên arkeolojîk tên kirin. Ew maskeyên ku hatine dîtin, di bin xakê de derketine. Ew aîda şanogerên gerok bûne û ew jî derdixe holê ku, 1700 salî berê li Mêrdînê şano hatiye lîstin.   

Berê, di xebatên arkeolojîk yên ku li Nisêbînê li gundê Girnavazê hatibûn kirin de, tableteka ku seneda tapûyê bûye û lîstikokeke erebê derketibû. 

Bi salan e gellek saziyên sivîl û kesayetên navdar, li hemberî bendava Îlisu derdikevin ku were rawestandin lê heta niha biserneketine. Çimkî ew herêma, herêmeke dîrokîye û bi gellek şaristaniyan re mazubanî kiriye. 

 

 

Back to top button