Roja 25.12.2012, şexsiyetek gelek girîng. ku di tevgera azadixwaza miletê
Kurd de cihek taybet hebu, çavên xwe li jiyanê girt û çu ser dilovaniya xwe…
Şerafettin Elçi, sala 1938’ de li Cizîra Botan hatibu dinyayê. Xwendina seretayî û nawendî li Cizîrê, û xwendina Lîse jî li Mêrdînê xwendibû. Xwendina bilind li Ankara bidawî hanî û bû Parêzer. Lê, gava ewî dest bi mekteba sereta kiribu û bi zimanê Tirkî nedizanîbu, têgehiştibû ku Kurdbûn – yanî mehkumê asimilasyon, yanî bindestî, yanî heps, yanî zîndan, yanî derbederî….
Rojat Amedî
Hîn di zaroktiya xwe de fêr dibe, ku bav û kalê wî, piştî serhildana Şêx Seîdê
Pîran hatibun girtin û di “Mehkemeyên Istîklal” ê de hatibûn dadgehîkirin…
Hê di zaroktiya xwe de hîn dibe, ku beşek ji xizmên wan piştî şikesta
serhildana Sêx Seîd derbasî Binxetê dibin…
Belê, Şerafettin Elçi hê di zaroktiya xwe de ket nav tora siyaseta Kurd û wî
karî ta dawiya jiyana xwe berdewam kir. Lê aktifbuna wi di siyaseta Kurd de,
di salên Zankoyê de, yanî salên 1955-1960’de li Ankara destpêdike.
Her çend di dawiya sala 1950’an de nav genc û hindek şexsiyetên Kurdan
de livandin û culaneweyek hebu jî, lê vegera Mela Mistefa Barzanî ji Sowyet
bû hoyî erdlerzînek siyasî di herema Rojhilata Navînê de, bi taybetî li bakurê
Kurdistanê de. Fikra kurdayetî, bingeha tevgera Kurdî li Bakurê Kurdistan
di van salan de destpêkir. Li Ankara, Istanbul û Diyarbekir giftugoyên siyasî
çêdibun û Şerafettin Elçi jî di nav van pêşketinan de aktif cih girt.
Dewleta Tirkiyê, ku li ser astê serokatiyê diciviyan biryarên balkês digirtin.
Peyamek ji kombûna wan; “Wegera Barzanî ji Sovyet bûye hoyê
pêsketina tevgera Kurdayetî û ew roj bi roj pêşdikevin, berî ku ev
mar mezin be dive sere wî were bê pelçikandin”
Operasyona dewletê li dijî tevgera nu ya Kurd 16.12.1959’de destpêdike.
Piştî ev helwesta dewleta Tirkiyê, dewlet biryar dide ku rewşenbîr û
welatparêzên Kurdan her carek 50 neferan bigre û wan zîndanî bike, da ku Kurd nêzîkê siyasetê nebin û ji kurdayetiyê durkevin. Grûba yekem ku ji 50 kesan pêkhatibu, nave Şerafettin Elçi jî nav listeya “Metirs” de bu. Ew hatin girtin, lê jibona ku Emin Batu di zîndanê de şehîd dibe, dimînin 49 kes û nave wan di dîrokê de wek “Doza 49 kesan” tê binavkirin.
Her çend di sala 1960’de efûyek derketibu jî, lê doza 49’an her berdewam bû.
Serafedin Elçî bê ku mandû bibe, xebata xwe berdewam kir. Di 11’yê meha 7
sala 1965’de ligel Seîd Elçî û hinek hevalên din Partî Demokratî Kurdistana
Tirkiyê damezrand. Faîk Bucak, ku piştî maweyek kurt tevli prosedura
damezrandina Partiyê dibe û wek Serokê partiyê tê destnişankirin, dibe
hedefa dewleta kûr û sala 1966 ji layan hêzên tarî hat kûstin.
Demek şunda jî tevaya endamên serokatiya parti hatin girtin. Ji aliyê din
Şoreşa Kurd di bin seroktiya Barzaniyê nemir de roj bi roj pêşve diçû.
Peymana 11 Adar 1970 ku di navbera Şoresa Kurd û hikumeta Bexdayê
pêkhatibu, tesîr li xebata Bakurê Kurdistanê jî kir.
Girtin, heps û zîndan pêşiya Kurdan nedigirt…..
Dewleta Tirkiyê, ku ji van pêşketinan nerehet dibû, xwe amadeyê inqilabek
nu kir û 12 Adar 1971’de dest avêt ser desthilata siyasî li Turkiye. Dîsan bi
hezaran kes hatin girtin.
Partî, ku rêbaza Barzaniyê nemir ji xwe re kiribu stratejî, bu hedefa esasî
ya dewletê. Bi bernameyên gemar nakokî xistin nav partiyê û di encam de,
meseleya her du Seîdan(Seîd Elçî, Seîd Kirmizitoprak) rû da. Piştî ev bûyera
hanê, Şerafedin Elçî biryar da, ku xebata xwe li ser zemîna legal ango yasayî
bidomîne.
Di Sala 1977 wek Parlamenter hate hilbijartin û salên 1978-79 bu Wezîrê
Awedanî. Ev dem di dîroka Kurdên Bakurê de, demekî herî girîng bu,
çênabe ku mirov liser derbaz be.
Dema Wezîrtiya xwe de, xwedê jê razî, bê ku cudabuneyek bike nav partî û rêxistinên Kurdan, çi maddî çi manewî alikariya hemûyan kir. Bi Hezaran Kurd tayîn kir, alikariya bi hezaran xwendevanan kir, bi sedehan ronakbîr bi pileyên berz tayîn kirin.
Ji aliyê din, bi îmkanên hikumeta Turkiyê hemu cure alîkarî bo Şoreşa Başurê Kurdistan dikir. Ya herî girîng, yekemîn car di dîroka Parlamentoya Tirkiyê de got, “Di vî welatî de Kurd hene, û ez jî Kurdim!”
Şerafedin Elçi li ser ev helwesta xwe ya welatparêz bu hedefa hêzên ewlekarî
û ragihandina Tirkiyê. Li dijiyê wî kampanya imhayê destpêkir. Di kampanya
imhayê de dihat gotin, ku Şerafeddin Elçî hevdîtinan ligel Idris Barzanî,
Mesud Barzanî û Celal Talabanî pêktîne û siyaseta wan li Tirkiyê birêve dibe.
Dewleta kûr li Tirkiyê dîsan li beramber pêşketinan nerehet bû û bi inqilaba 12 îlonê sala 1980 desthilata siyasî girt destê xwe. Lê vê care ji 100 000 kes zêdetir Kurd hatin girtin. Serafedin Elçi ji hat girtin û 30 meh di zîndanê de ma.
Piştî berdana wî ji Girtîgehê, Parêzeriya wî jidest tê girtin. 10 sal jî mafê siyasetkirinê ji dest wî tê girtin.
Salên 1990 bi destkevtinên Başûrê Kurdistan bingeha xebatek nu di tevgera
gelê Kurd de li seranserê Kurdistanê destpêkir. Di paralela ev atmosfera hanê de, Serafeddin Elçî di platformên demokratik û welatparêz de yan beşdarî kir yan jî bu damezrêner.
Bo nimûne, 1992’de bu damezrêner û serokê KURD-KAW. Di dîroka Komara Tirkiyê de, yekemîn car bu, ku navê Kurd bi fermî hatibu pejirandin.
Sala 1997‘ de DKP (Partiya Beşdarbuna Demokratik) damezrand û bû Serokê wê. Jiber ku di Destura Partiyê de sistema Federasyonê wek armanc hatibu diyarkirin, û wek partiyek nêzîk Partî Demokratî Kurdistan dihate binavkirin, Dadgeha Desturî ya Komara Tirkiyê doz li dijiyê DKP vekir.
Di encam de, sala 1999’de bi biryara jimare 1991/1 partî hate girtin û qedexekirin. Dewlet careka din rê li hêzên demokrat girt û di eslê xwe darbeyek din li rêbaza Barzanî xist !
Tekoşîn berdewam bû…
Piştî ku DKP hate girtin, Mam Serafeddin 19.12. 2006’de Partiya Beşdarbuna Demokratik bi çend herfên din ango bi navê KADEP wek „partiyek nu“ dubare damezrand. Lê manewrayên provakatif li dij misyona Barzaniyan li Tûrkiyê bidawî nehatibun. Loma pêşketina KADEP’ ê cihê pirsê bu…
Bêguman giraniya navê Serafeddin Elçî li Bakurê Kurdistan hebû,
Bêguman Serafeddin Elçî xudan misyonek bu….
Lê belê her gavekî siyasî ya Serafeddin Elçî li ser Partî Demokratî Kurdistan dihate hesibandin. Tevaya xebata cenabê wî, wek gavek Partî Demokratî Kurdistan dihate biqelemdan.
Lê hê ji roja damezrandina PDK-T biryar hatibu dayîn, ku dive li Tirkiyê ev partiya han bi gotinek din rêbaza Barzanî nebe hêzek berbiçav.
Belê, Serafedin Elçî û hevrêyên wî bûn gorî konsepta hêzên tarî, ku rê li siyaseta paqij, liberal û demokrat girtibun.
Raste bi curekî, ango 12 Hezîrana 2011 wek Parlamenter hate hilbijartin, lê parlamenterbûn têra pêşketina KADEP’ nedikir.
Belam aşkera ye, her çendî ambargoya siyasî li ser xeta demokratik hilneweşya be jî, wê rojek fikra Serafeddin Elçî û siyaseta demokratîk û
aşitiyane biserkeve.
Mafê serketina siyaseta zordar û diktatorî nine !
Silav jibo ruhê paqij yê Mam Serafeddin !
Bire xuda hafizê te be, ey roley Selaheddin.
Rojhat Amedî