Şerefxan Cizîrî

Navê serokê Qoreya Bakûr yê berê Kîm İl Sung bû. Piştî mirina Sung, Serokê Partiya Komunist û serokê dewletê bû kurê wî Kîm Jong. Nûha jî Kîm Jong çûye rehmetê û kurê wî Kîm Jung Un ketiyê şûna bavê xwe…

Kim Sung ‘Serokê Mezin bû’ Kim Jong ‘ Serokê Delal’ bû û kurê wîna jî bûye ‘Serokê Herdemciwan’

Ma ne xêra Xwedê ye!

Komunizm bûyê padişahî!

Navê sîstema Qoreya Bakûr ne Komunîzme, lê belê Kîmonîzme!

Di welatêkî ku bi navê Komunîzmê bangî xwe dike, desthilatdariya malbatekê hatiyê damezrandin. Ew yek û Komunîzm tucara li hevdu nake. Ne di teorî de û ne jî pratikê de. Ew helwest û rastî li hevdu nabanin. Lê bi mîlyonan hemwelatiyên Qorê jî vê bûyera eceb dipejirînin. Bav desthilatdariya sîyasî teslîmî kurê xwe dike, kur jî teslimî kurê xwe dike!..

Komunîzma çeqilmast wilo ye!

Komunîzma ku li ser bingehê wekhewî û demokrasîyê hebûna xwe avakiri bû, metodê padîşahîyê vediguhêze nava desthilatdariya xwe û tiştekî eceb jî di vir de nayê dîtin!

Li vir mesela me ne mesela Qorêya Bakûr e. Li gelek welatên din jî heman tişt hatine kirin. Mesela li Yunanîstan temaşe bikin; desthilatdarî di navbêna Papandreus û Karamanlîs de dest diguhere. Li Pakistanê Malbata Buto hene, li Hindîstanê Gandî hene, li Suriyê malbata Esed heye, li Kuba malbata Castro heye, li Tirkiyê jî gelek malbatên wilo hene…

Nûha ideolojîya konservatîzmê dikare rê li van tiştên wilo veke. Ev rast e. Ji ber ku ideolojî û sîyaset li ser nirxên malbatî, esalet û sermayedariyê hatine avakirin. Adetên welatan bûne asteng li pêşiya civateke modern û demokratîk. Ev xeta hanê ji gelek alîyan de ne rastê lê ew li gora nîrxên xwe yên bingehî tevger dike. Ango program û îdeolojî, teorî û pratîka wana hevdu timam dikin û tiştekî beravêjî di vir de tuneye.

Lê gava ku mirov heman tiştî derbasî nava komunîzm, sosyalîzm û tevgera demokrasiyê bike, wê gavê di vî mastî de mûyek heye.

Prensibên Komunîzm û sosyalîzmê gelekî diyar in. Demokrasî jî dîsa zelal e. Civateke çawa dibe sosyalîst û Komunist ew jî diyar in. Demokrasî jî wilo ye. Çavkanî û pratîk di vî warî de bi milyonan hene. Gava ku mirov wan dane, nirx û hebûnan biaveje ser sergo û dura jî qala komunizmê bike, qala sosyalîzmê bike, qala demokrasîyê bike, ew wê gavê tibe tiştekî din.

Ideolojî û sîyaseta Komunîzmê tucara tacidariya malbatan qebûl nake. Ji ber ku di komunizmê de her kes li gora keda xwe pêş dikeve, bilind dibe, ew pêşketin û bilindbûn tucara ne li gora pîvanên malbatî ne.

Gava ku mirov tiştên li derveyî ideolojî û sîyaseta komunîzmê veguhezt nava pratîka xwe, wê gavê bi tevahî cudayîyên ideolojî û sîyasetê ji holê radibin.

Ma ku mirov çewsandina keda mirovan bike xalekî bingehîn ji siyaseta komunizmê re, wê gavê cudayîya komunîzm û sermayedariyê li kudere dimîne?

Ma ku mirov malbatpareziyê bike xalekî bingehîn ji siyaseta Komunîzme re, wê gava cudayîya di navbêna siyasetên adetî û komunîzmê de li kuderê dimînin?

Ma ku mirov newekhewiyê bike bingeh ji bona sîyaseta Komunizmê re, wê gavê taybetmendiya Komunîzmê li kuderê dimîne?

Ma ku mirov hemu babetên desthilatdariyê navendî bike, wê gavê ramanên wekhewî, dad û demokrasiyê li kuderê dimînin?

Ma ku mirov asak û tadê bi siyeseta Komunîzmê re bike yek, wê gavê cudayîya Komunîzm û serdastan di kîjan nirxan de dîyar dibe gelo!

Gava ku militarîzm û komunizm şibiyan hevdu û bûne yek, wê gava teoriyên komunizmê li dijî şer, dagirkirin û otorîta kesan, wê çawa bêne şîrovekirin?

Belê, ez dikarim vê listeyê hanê hîna direjtir bikim. Lê hewce nîne…

Ji ber wan deformasyonan, dejenerasyonan, sehtekariyan, ez hergav dibêjim; li koka xwe vegerin! Xwe nasbikin û serîhildin…

Ev tiştên ku tenê kirin pêwendiyên wana bi komunîzmê re tune ye…

Gelek tiştên wilo beravêji di nava tevgera kurdan de jî hene.

Ji bona tevgera Kurdewariyê ji heman rexne derbas dibin.

Kurdên çeqilmast gelek nirxên Kurdewariyê bi sîyaseta serdestan re kirine weke hevdu. Tu cudayîya wana û serdestên kolonyalîst ji hevdu nemaye. Bûne weke Hibo û Zeyto. Di bingeha xwe de bûne weke beşekî, weke xalekî, weke versîyonekî ji desthilatdariya sîstema kolonyalîst.

Dibêjin; me dewlet navê, me al navê, me kurdistan navê, me tenê tirşik divê! Me tenê şorbe divê! Me tenê quretî divê…

Ma gava ku mirov wan tiştan daxwaz neke, mirov çima li ser navê kurdan sîyasetê dike?

Ma gelê Kurd dibêje; min dewlet navê, min al navê, min kurdistan navê? Ma we ji gelê xwe birsiyê bê ka çi divê?..

Ango deformasyon, dejenerasyon û sextekarî li ser kijan navê were kirin, bila bê kirin, divê mirovên bi rumet li dijî vê yekê rawestin.

Kurdewariya helî mezin di vê lidijderketina hanê de veşartiye!

Gava ku komunîzm ji komunîzmê bidûrket, Gava ku musluman ji muslumantiya xwe bidurketin, gava ku tevgera kurdan ji kurdewariyê bidûrket, gava ku liberal ji prensibên liberalîzme bidûrketin, gava ku demokrat ji demokrasiyê bidurketin, gava ku azadî bû koletî, gava ku demokrasî bû sixûlê henek pêkirine, tenê bû weke dekorasyonê, gava ku azadiya fikri tenê ji bona desthilatdaran re hebe…

Wê gavê divê mirov li ber xwe bide…

Bahwerbikin sextekariya helî mezin, sextekariya fikrî ye…

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: