Polîtîk

Sê cîgir bo Celal Telebanî hatin hilbijartin

Parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya îro de 3ê cigar bo Celal Talebanî serokkomarê Îraqê hilbijartin.

Li gor AKnewsê, parlamentoya Iraqê îro di 65emîn rûniştina xwe de deng li ser hersê cîgirên serokomarê Iraqê da û di encamê de Tariq el- Haşimî, Adil Ebdulmehdî û Xuzeyir Xezayî bi piraniya dengên parlamenteran wek cîgirên serkomar hatin hilbijartin.

Yek ji cîgirên serokomarê Iraqê bo tirkmanan hatibû terxankirin lê ji ber ku Hevpeymaniya Niştîmanî Adil Ebdulmehdî û Xuzeyir Xezayî û Lîsteya el-Iraqiyeye jî Tariq el- Haşimî bo cîgiriya serokomar namzed kirin, tirkman ji cîgiriya serokomariyê bêpar bûn.

Parlamentoya Iraqê di 9ê rêbendana borî de bi piraniya dengên parlamenteran, yasaya cîgirên serokomarê Iraqê pesend kir. Li gor yasayê serokomarê Iraqê dikare ji xwe re 3 cîgiran destnîşan bike.

Tirkmanên Iraqê daxwaza yek ji cîgirên Talebanî dikin çimkî bi ya wan yek ji cîgirên serokomariyê mafeke wan a neteweyî û yasayî ye.

Back to top button