Sazendeya Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî
Hejimarek mazin, 25 qewanên kurdî ji gencîneya deng û awaza kurdî, ku li navbera salên 1961 ta 1971ê, li Bakurê Kurdistanê, li Diyarbekir, Gever, Cizîr û Erxeniyê, hatibûn tomarkirin û ta roja î roj, ji ber hêriş û qedexeya tund û hov a li ser huner, ziman û çanda kurdî ya dewleta tirkî jî veşartî mabûn, ji hêla Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî (Foundation For Kurdish Library & Museum) ve hat derxistin û berdestkirin.
Van berhemên granbuha yên hunermendên kurd yên wek; Eyşe Şan (Diyarbekir), Garabetê Xaço (Serhed/Rewan), Husênê Farê (Diyarbekir), Alî Cizîrî (Cizîr), Mehmûd Kizil (Diyarbekir), Zulfukar Yumruk (Erxenî) û Fikrî Kaya (Gever), ketin nav arşîva dewlemend û bêhempa ya Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî, ku wek Bingeha Komkirin û Belavkirina Wêje û Çanda Kurdî, ji sala 1987ê vir ve ye di bin nave Pirtûkxaneya SARA xebata xwe didomand û ji 17yê Çiriya Yekem 2007ê vir ve ye jî, ku wek sazende (weqf) di xizmeta komkirin, parastin û pêşxistina ziman, wêje û çanda kurdî di heman xebata xwe ya pêşketî de berdewam e.
Wek li çapameniya kurdî bi berfirehî hatiye belavkirin, roja 12yê Çiriya Duwem 2011ê, li navenda bajarê Stockholmê, li ABF Huset’ê, dem 10:00 ta 16:00, BÎRANÎNA HUNERMENDA BÊHEMPA MERYEM XANÊ ji hêla Sazendeyê ve dihêt amadekirin. Li vê heman derfetê jî van qewanên nuhpeydabûyî, dê wek pêşangehekê li ber çav werin raxistin:
Lîsteya van qewanan ev e:
1- Grabetê XAÇO/ De Ronî
2- Eyşe ŞAN/ Lê Nazê, Cebeliyê
3- Eyşe ŞAN/ Welleh Te Nagrim, Qederê Yar
4- Eyşe ŞAN / Min Te dîbû l’binya Darê, Ez koçer im penêr tênim
5- Eyşe ŞAN / Oy de lo, Lê lê Wesê
6- M.Arifê CIZÎRÎ/ Xezal-Xezal
7- Husên TUTAL / Keremê Elî / Melûl Melûl
8- Husên TUTAL / Hesenîko
9- Husên TUTAL / Xalê Cemîl, Evdulcebar Çawûş
10- Husên TUTAL / Têlî
11- Husên TUTAL / Seyid Xanê Kerr
12- Husên TUTAL / Ne mînim Ji Te ra, Keremê Kolan Axa
13- Mehmûd KIZIL/ Seyr e Mihemedo, Wey Bebikê
14- Mehmûd KIZIL / Bavê Lalo, Min Bidinê
15- Mehmûd KIZIL / Cembelî
16- Mehmûd KIZIL / Çemê Diyarbekir, Na zewicim
17- Mehmûd KIZIL / Xirabo, Saliho
18- Zulfukar YUMRUK/ Aydil, Ebdalo
19- Zulfukar YUMRUK / Kezîzer, Emînê Ehmed
20- Zulfukar YUMRUK / Mala Nasir, Nazir
21- Zulfukar YUMRUK / Qîza kurdan î
22- Aşiq Elî CIZÎRÎ/ Hesoyê Bano
23- Aşiq Elî CIZÎRÎ / Mamê Silê Ya Star!, Bişarê Çeto
24- Fikri KAYA/ Tayyar Begê / Xelîlê Qazî
25- Kadir BADIKANLIOGLU/ Haylê Canê, Lêlê Yadê, Bejna Zirav
Goran Candan
Rêvebirê Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî
Li Stockholmê
FOUNDATION FOR KURDISH LIBRARY & MUSEUM
Dalagatan 48, SE 113 24 Stockholm, SWEDEN, +46 70 791 36 06, +46 8 33 12 29 www.kurdishlibrarymuseum.org