Em hewldanên Barzanî yên ji bo çareseriyê giring dibînin
Rûdawê sê roj piştî êrişa gêrîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya bo ser xalên kontrolê ya leşkerên Tirk a li navçeya Çelê ya girêdayî Colemêrgê, çend pirsyar arasteyî Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) kir. Ev bersivane dîtinên PKK’ê yên li ser wê êrişê, helwest û rewşa niha ya Tirkiye û Kurdistanê nîşan dide.
Êrîşa Çelê ji bo rawestandina operasyona bejayî ya artêşa tirk ya ser baregehên we yên li Başûrê Kurdistanê bû, yan jî ji bo nîşandana hêza we ya ji bo tolhildana Rûstem Cûdî û herdu fermandarên we yên din bû?
Bi esasî ev mijarên we di hundirê pirsê de anî ziman, hemû jî têde hene. Bi giştî mirov dikare bêje ku çalakiya Çelê ji bo dewleta Tirkiyê peyamek bû. Peyama ku hûn nikarin bi şêwazê leşkerî encam bigirin, divê hûn êrîşên xwe bisekinînin bû. Ango bi giştî tê wateya peyamek wisa.
Belê wekî hûn dizanin, ji 17’ê Tebaxê û vir ve li ser herêma Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li ser deverên ku em lê disekinin hema hema her roj êrîşeke hewayî heye. Carna ji hefteyê rojekê an jî du rojan nîn e, lê bi piranî heye. Di van êrîşan de heta niha li Heftenînê 5 hevalên me, li Avaşînê 3 hevalên me, li Xakûrkê 4 hevalên me, li Xinêrê hevalekê me û li Qendîlê 7 hemwelatiyên me, di nav de jin û zarok, bi taybetî Solîna 6 mehî heye. Ango ji sivîl û ji gerîlayan windahiyên me hene. Herî dawî 10’ê Cotmehê di encama êrîşeke li ser herêma Xakûrkê de di nav de 3 hevalên endamê rêveberiya me, bi giştî 7 hevalên me şehîd kirin. Ji nav rêveberiya me, wekî hûn jî dizanin rêheval Rûstem Cûdî, rêheval Çîçek Botan û rêheval Alîşêr Koçgirî endamên konseyê bûn. Hevalê Rûstem endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û her du hevalên din jî endamên konseya leşkerî bûn.
Ji bo me windahiyek cidî ye, zirarek mezin e. Van hevalan, her yek ji wana nêzîkî 25 salan e di bin xizmeta gelê Kurd de bûn. Li gelek deveran, di gelek merheleyan re borîne. Mirovên ku bi fedakariya xwe, bi keda xwe û bi xebata xwe xwe îspat kirine. Ji bo me windahiyek e. Ji bo gelê me windahiyek ne hindik e. Ez cardin di şexsê şehîd Rûstem, Çîçek û Alîşêr de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr tînim.
Me li hemberî van hemû şehadetan mafê xwe yê parastinê pêk anî. Çalakiya Çelê, mafekî xwe parastinê ye. Parastina rewa mafekî gerdûnî ye. Di nav qanûnên Neteweyên Yekbûyî de jî heye. Ew her roj bi balafirên xwe, bi teknolojiya bilind li ser hêzên me, li ser gelê me êrîş dikin. Însanên me yên sivîl şehîd kirin. Hevalên me, endamên rêveberiya me şehîd kirin. Cih û warên gundiyên me xerab kirin. Xanî, mal û bostanên însanên me yên sivîl xerab kirin. Di jiyanê de alozî çêkirin. Ango li ser me êrîşek heye. Li hemberî vê êrîşê mafê me yê parastina rewa heye. Çalakiya Çelê, mafekî bersiv dayîn û yê parastina rewa ye.
Ev, di heman demê de peyamek e. Ango hûn nikarin bi leşkerî encam bigirin. Êrîşan nekin. Di heman demê de peyamek wisa ye. A din jî, ne tenê çalakiyek e. Bi rastî niha di nav çapemeniya Tirkiyê de jî tê nîqaşkirin. Wekî operasyoneke şoreşgerî berfireh e. Li Colemêrgê, li navçeya Çelê hemû cih û warên dewleta Tirkiyê hatine hedefkirin. Bi giştî li ser 19 noqteyan operasyon pêşketiye. Vana hemû jî di nav planekê de ji bo 24 saetan hatine plankirin, lê ji 24 saetan zêdetir ajotî ye. Ango nêzî du rojan berdewam kiriye û serkeftî qediya ye.
Ew dibêjin, 24 windahiyên wan hene. Ne rast e. Yên misoger bi çav hatine dîtin 81 in. Mimkune hîn zêdetir be. Ev di heman demê de asta gerîlayên azadiya Kurdistanê jî raber dike. Eşkere dike ku performansa xwe ya leşkerî di kîjan astê de ye û êrîşên dewleta Tirkiyê encamên xwe tune ye. Eger em bixwazin, em jî dikarin darbeyên mezin li wan bixin. Ev raber kir. Hem ji bo bîranîna şehîdan wekî bersivekê ye, hem jî peyamek e.
Yek jî, amadekariyên wan ên ji bo Başûr jî hebûn. Ew jî sabote kir. Li bin guhê hev xist. Mirov dikare vê jî bêjê. Ya din jî, tê zanîn ku Çelê navendeke leşkerî ya girîng e. Bi taybetî topxaneya li vê derê li hemû Behdînanê dixe. Piraniya herêma Behdînanê ji vê derê tê bombebaran kirin. Ji ber wê yekê, di heman demê de ji bo êrîşên wan ên li ser Başûr jî bersivek e.
Çalakî, di vê çarçoveyê de hatiye plankirin. Di çalakiyê de 7 lehengên me jî şehîd ketine. Lê bi giştî çalakiyeke serkeftî ye. Hêza gelê Kurd û îradeya gelê Kurd bi vê çalakiyê hat raberkirin ku dewleta Tirkiyê bi yek alî nikare li gelê Kurd bixe, êrîş bike û êdî gelê Kurd jî dikare bersiv bide. Ev jî eşkere kir. Em dikarin çalakiyê, bi giştî di vê çarçoveyê de şîrove bikin.
Piştî êrîşa Çelê, niha li Tirkiyê guftûgo li ser wê tê kirin ku ti bandora encamdana operasyona bejayî çênabe. Li gorî we, Tirkiye ber bi şer ve diçe an jî siyasetek nerm li hemberî BDP’ê dimeşîne û birêz Abdullah Ocalan ji Îmralî ji bo malek taybet ve diçe?
Çalakiya Çelê, tevahî Tirkiye hejand û Tirkiye niha bi her şêwazî li ser gotûbêj dike. Tabî piranî kes dibêjin, lazime em bi awayek dijwar bersiv bidin û em êrîş bikin. Lê qismek jî dibêje, ev ne çare ye. Ev 30 sale em dixwazin vê pirsê bi çek çareser bikin, lê vaye li Çelê (Çûkûrca) raber bû ku operasyonan ti encam negirtiye. Divê em bi awayek din li ser bifikirin. Hinek jî wisa dibêjin.
Ez niha naxwazim tiştekê bibêjim. Ger ez bêjim wê zû be. Her du îhtimal jî hene. Lê belê ez dikarim vê bêjim; eger berê wê di aliyê tundiyê de biçe, ber bi şer ve biçe wê Tirkiye biser nekeve. Herî dawî rojekê ji bo pirsgirêkê wê bê ser çareseriya siyasî. Lê niha wê biryarê di kîjan alî de bide, ez di wê derheqê de ji niha ve naxwazim tiştekê bînim ziman. Ji ber ku wê zû be.
Belê wisa dixuye ku dewleta Tirk dixwaze hinek din pêvajoya şer bidomîne. Niha bêhtir ew bi giranî ye. Lê ji bo vê hêza xwe pir nîn e. Ji bo wê yekê, dixwaze piştvaniyê ji Ewropa bigire. Jixwe piştevaniya Amerîka girtiye. Dixwaze piştevaniya Îranê û Iraqê bigire. Di vê mijarê de bi taybetî li ser Herêma Kurdistanê pir radiweste. Li gorî qenaeta min, Erdogan jî baş fêm kiriye ku eger bi tena xwe şer gur bike, wê encam negire. Ev tê wateya ku di biryara Tirkiyê de wê rola derve jî hebe. Nimûne, eger kes piştevaniyê nediyê, bi tenê bimîne, mimkune siyaseta nermbûnê jî esas bigire. Lê piştevaniya xurt bibîne, îhtimala ku şer xurt bike û berdewam bike heye.
Tirkiye, ji bo lêdana gerîlayên PKK’ê niha gelek daxwazan ji Herêma Kurdistanê dike ku pêşmerge alîkariya artêşa Tirkiyê bikin. Ev daxwaza Tirkiyê çawa ye û li gorî dîtina we gelo wê desthilatdarên Herêma Kurdistanê bi vê daxwaza Tirkiyê razî bibin?
Karayilan: Ev mijar ji bo me Kurdan mijarek pir girîng e û stratejîk e. Nabe ku bi hêsanî mirov li ser guftûgo bike. Divê êdî di nava me Kurdan de, di siyaseta Kurdistanî de nîqaşên wisa qet nebin. Ango divê tiştekî qet ne mimkun be. Ez bawer dikim ku wê wisa be. Ji ber wekî hûn jî dizanin, Serokê Herêma Kurdistanê Kek Mesûd Barzanî heta niha gelek caran di vê mijarê de axivî ye û soz daye ku wê careke din şerê navxweyî çênebe û wê rê nede vê yekê. Di heman demê de Mam Celal jî, tiştên ku dihatin vê wateyê anîne ziman. Me bi xwe jî ev pir caran bi awayek zelal aniye ziman ku êdî wê ti caran şerê navxweyî çênebe û me ev defter girtiye. Ji xwer wê tu caran şer di navbera gerîla û pêşmerge de çênebe. Ev hêz, divê wekî hêzên parastina gelê Kurd xwe bikin yek û ne li dijî hev bisekinin.
Eger rexmê van sozên hemû aliyan ên ku me li pêşberî raya giştî bi eşkere dayî, cardin şerê navxweyî çêbibe ne tenê wê doza Kurd zirarê bibîne, gelê Kurd vê demê winda bike û têk biçe, di heman demê de ev li hemberî tevahî cîhanê wê şermek mezin be. Ji bo wê, ez vê mijarê wisa girîng dibînim ku divê mirov nikaribe li ser nîqaş jî bike. Ez bawer dikim ku hemû siyasetmedarên Kurd heman hestan parve dikin û wê ti aliyên Kurd cardin tiştên wekî şerê navxweyî qet û qet nexin rojeva xwe.
Li tevahî Kurdistanê niha pêşveçûna ruhê netewî hene. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd dixwaze siyaseta Kurd yek be. Ger nebe yek jî, divê hevkariyê bike. Hevkariyê jî neke, divê ne li dijî hev be. Nêzîkatiyeke wisa pir xurt heye. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê pêşveçûna siyasetê, civakê, opozîsyon û desthilatê heye. Sîstemek çêbûye. Raya giştî heye. Rewşenbîr giraniya xwe di nav civakê de raber dikin. Gelê me li tevahî Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê îro gihîştine astekê ku sekina netewî biparêzin. Ji bo wê ez difikirim, zemînê ku Kurd cardin li hemberî hev şer bikin nema ye. Di vê derheqê de baweriya min bi siyaseta Kurd heye. Baweriya min bi sozên hatine dayîn heye.
Dema em têde demek pir girîng e. Niha herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Cihê Kurdan wê li kî derê be, wê çawa bê zelalkirin, ev mijar wê girêdayî sekina me Kurdan zelal bibe. Ji bo wê, di vê merheleya dîrokî de pêşxistina helwesta netewî û wekî îradeyekê sekna siyaseta Kurd ji bo dahatûyê wê roleke xwe ya pir girîng hebe. Di vê xisûsê de hinek mijar hene ku divê em baş li ser bisekinin.
Amerîka, niha ji Iraqê paşve dikişe û di herêmê de rolekê dide Tirkiyê. Hêzên li herêma Rojhilata Navîn li gor hevsengiya nû xwe ji nûve bicih dikin. Em Kurd ku niha em bêjin, em pala xwe bidin Tirkiyê û wê berjewendiyên me wisa bên parastin, di vê rewşê de ez vê rast nabînim. Çima? Heta ku Tirkiye di nava xwe de nasnameya gelê Kurd nas neke û statuya gelê Kurd diyar nekê (otonomî û hwd.), dewleta Tirkiyê wê her tim li dijî Kurdistaneke serbixwe be, li dijî Kurdistaneke federal be, li dijî her Kurdekî/e xwedî statu û nasname be. Lê niha bi şêwazekî taktîkî dewleta Tirk hinekê girîngiyê dide siyaseta Başûr û Herêma Kurdistanê.
Ez vê fêm dikim. Lê ez dibêjim, eger em di hundirê Tirkiyê de nasnameya Kurd bi dewleta Tirkiyê bidin qebûlkirin, wê demê dewleta Tirkiyê wê bikaribe bi Kurdên derveyî Tirkiyê re jî dostaniyê bike. Heya ku di hundirê Tirkiyê de pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne mimkune dewleta Tirkiye ji bo Kurdên derveyî Tirkiyê dostaniyê bike. Ji ber ku wiha dibêjin: Heta Federasyona Kurdistanê hebe, Kurdên di nav me de jî serê xwe natewînin. Eşkere wisa dibêjin. Ji ber wê yekê, ev pirsgirêk pirsgirêkek zor girîng e. Bi taybetî ez dixwazim siyaseta Herêma Başûrê Kurdistanê vê yekê bide berçav; Bêyî çareserkirina pirsa Kurd, bêyî qebûlkirina heqîqeta Kurd dewleta Tirkiyê ne mimkune bi Kurdan re dostaniyê bike. Rast e, eger dewleta Tirkiyê dev ji siyaseta înkar û tunekirinê berde û di hundirê xwe de mafên Kurdan qebûl bike û li ser vî esasî bi tevahî Kurdan re dostaniyê bike, ev baş e. Em jî vê dixwazin. Lê ji bo vê divê em hinek gavan bi dewleta Tirkiyê bidin avêtin. Gav jî çi ne? Dewleta Tirkiyê êdî mecbûr bimîne ku di nav xwe de hebûna Kurdan qebûl bike. Dev ji siyaseta înkar û tunekirinê berde. Ji bo vê jî lazime em xwe bihêz bikin. Ez dibêjim, tenê şerê navxweyî nekirin, têrê nake. Jixwe ez bawer nakim ev bibe. Di vê derheqê de ez bi soz û axaftinên Kek Mesûd û Mam Celal bawer dikim. Nabê. Lê mijar tenê şer kirin an jî ne kirin nîn e. Meseleyên din jî hene. Divê em di warê siyasî de hevdû destek bikin. Divê mirov di warê siyasî de hêvî nede dagirkeriyê. Divê mirov îstixbaratê nede. Divê mirov bi ti awayî piştevaniya dagirkeriyê neke. Em piştevaniya xwe bi xwe bikin. Ji bo ew bibînin ku Kurd bûne yek, êdî Kurd îradeyek in, hevdû lewaz nakin û ji bo berjewendiya dewleta Tirkiyê neçar bibin ku vê heqîqetê bibînin û qebûl bikin. Ji bo ew jî bên vê xalê. Ev mijar girîng e.
Di vê demê de mesele ne tenê wê şer bikin an nekine. Şer, jixwe nabe. Pêwîste mirov li ser jî nefikirê û nîqaşa li ser vê mijarê wekî şexs min aciz jî dike. Ji ber ku divê êdî mirov ji binî ve ji rojeva xwe derxe. Pêwîste kes li ser nîqaş jî neke. Bê teref bûn dibe, lê divê mirov qet piştevaniya dagirkeriyê neke. Divê mirov hêviyê nede dagirkeriyê. Ez dibêjim, ev xal girîng e. Ji ber ku ji bo di herêma Rojhilata Navîn de gelê Kurd jî cihê xwe yê layîq bigire, ji bo di herêmê de bi rastî bi serfirazî û wekhevî tevî gelên herêmê wekî birayan bijî divê destpêkê em xwe bihêz bikin û bi îrade bikin. Em xwe parçe nekin. Divê sekina me ya siyasî ne belav be. Divê sekna me ya siyasî jî yek be. Em nabêjin, bila her kes wekî PKK’ê li dijî dewleta Tirkiyê di rewşeke şer de be. Na. Divê siyaseta Kurd giştî bi şêwazên maqûl li pişt çareseriya siyasî cih bigire. Di vê derheqê de jî hêviyên cuda cuda nede dagirkeriyê. Ev mûhîm e.
Di vê xisûsê de ez di wê baweriyê de me ku hemû rayedarên Kurd, siyasetmedarên Kurd rewşa heyî dişopînin û wê helwesta pêwîst bigirin. Daxwaziyên dewleta Tirk bicih nabin. Hêviya me ev e.
Em wekî PKK çiqas di Bakur de xurt bin, wê ewqas destê Hikûmeta Herêmê jî xurt bibSerokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî ragehand ku we ji bo lêdana PKK’ê ya di nava axa Iraqê de rê bide Tirkiyê, li aliyê din jî we êrîşên li dijî polîs û artêşa Tirkiyê zêde kirine; gelo vê yekê helwesta Herêma Kurdistanê lewaz nekiriye?
Di axaftin û nêzîkbûna serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî de hesabên hundirî û yên derve hene. Ango hem dixwaze li Bakur, hem jî li Başûr siyaseta Kurd tengav bikê. Bêguman ne siyasetek durist e. Ji bo wê yekê ew wê helwesta xwe pêşdixe. Lê ez dibêjim ku em wekî PKK çiqas di Bakur de xurt bin, wê ewqas destê Hikûmeta Herêmê jî xurt bibe. Ez ne pêre me ku zêdebûna çalakiyên me yên li hemberî dewleta Tirkiyê destê Herêma Kurdistanê lewaz bike. Na. Em çiqas xurt bin, wê destê Başûrê Kurdistanê jî xurt bibe. Di demên bihûrî de jî tiştên qewimî ev yek îspat kiriye.
Mesele giştî ye. Ji xwe Malikî jî dixwaze giştî lewaz bike. Bi rastî îro pirsgirêka Kurd bûye yek. Ger li Bakur zeîf bibe, wê li Başûr jî zeîf bibe. Başûr zeîf bibe, wê Bakur jî zeîf bibe. Rojava, Rojhilat tev bi hev ve hatine girêdan. Di vê derheqê de her ku dem diçe ev heqîqet hîn zêde aşkere dibe û ez dibêjim, sekina me ya xurt her tim wê destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xurt bike.
Her wekî di peyama şermezarkirinê ya birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li hemberî êrîşa Çelê derdikeve holê, hewldanek bû ji bo aramkirina rewşê, destpêkirina guftûgoyên veşartî, aşkerekirina navbera we û Tirkiyê de. Ew hewldan çi bûn?
Ez niha dizanim ku hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî yên çareseriyê hene. Ji bo pirsgirêk bi rê û rêbazên siyasî bê çareserkirin hewldanan pêşdixe. Em wate didin van hewldanan û em jî bi esasî dixwazin ev pirsgirêk bi rê û rêbazên siyasî û diyalogê çareser bibe. Ji bo wê yekê 18 sal in hewldanên Serokatiya me, hewldanên rêveberiya me hene. Di van 5 salên dawiyê de bi dewleta Tirkiyê re di vê çarçoveyê de têkiliyên me çêbûn. Du salên destpêkê bi rêya hinek dostan û van sê salên dawiyê jî, bi awayek yekser hevdîtinên me çêbûn. Hevalên me li Ewropa bi heyeteke Tirkiyê re bi awayek sîstematîk hevdîtin pêşxistin. Di heman demê de li Îmraliyê bi Serokatiya me re hevdîtinên sîstematîk hebûn. Me dixwest em bi van hevdîtinan bi siyasî biçin çareseriyê.
Herî dawî Serokatiya me ji bo çareseriyê protokolek bi şêwazek gelek zelal nivîsand. Heyeta dewletê ev protokol gihand destê me. Me jî di çend xalan de hinek rayên xwe li ser got in û em tevlî bûn. Heyetê jî got ku emê vê bibin, bixin rojeva serokwezîr, bixin rojeva dewletê. Piştî wê serokwezîr bersiv neda, zimanê xwe tûj kir. Her ku çû pêvajo xerab bû. Jixwe êdî heyet jî nehat hevdîtinan.
Di protokola Ocalan ji bo dewletê de çi hebû?
Di protokolê de çi hebû? Di protokolê de mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hebû, mafê naskirina nasnameya Kurd di asta destûra bingehîn de hebû û mafê xwe bi xwe rêvebirinê (em dibêjin xweseriya demokratîk) hebû. Di heman demê de li pêşberî vê jî, têde şer bi dawî kirin hebû. Lihevhatineke civakî, hevdû efûkirin, girtîgeh vala kirin, ev hemû têde hebûn. Heyeta hevdîtinê pir li dijî derneket. Ji ber ku bi rastî ger yek bixwazê pirsgirêkê çareser bike, ev pîvanên herî maqûl bûn. Di heman demê de hesasiyetên Tirkiyê jî dida berçav. Lê belê serokwezîr qebûl nekir. Eşkere bû ku di zîhniyeta AKP’ê de hîna şovenîzm heye, qebûlkirina îradebûna Kurd nîn e. Ew dibêjin, Kurd hene, em dost û birayên hev in. Tiştên wisa dibêje, lê pratîk nîn e. Pir taktîk dike. Nimûne, li aliyekî em li hev rûdiniştin, hevdîtin hebûn, li aliyê din operasyon dihat ser me. Li aliyekî em li hev rûdiniştin, li aliyê din siyasetmedarên Kurd hemû hatin girtin. Niha 4 hezar siyasetmedarên Kurd ên ku qet destê xwe neavêtî çekê û xebatê veşartî nekirî ango însanên ku xebatên siyasî, yasayî li gorî destûra Tirkiyê meşandî niha avêtine zîndanê. Ev sê sal in heta îfadeyên wan jî nehatine girtin. Me digot: “Ev çi ye? Hûn bi me re rûdinin. Madem hûn dixwazin çareseriya siyasî pêşbixin, belê hûn çima nûnerên siyasî digirin?” Heyetê jî digot: “Em jî li dijî ne. Ev baskek dîtir e vî karî dike. Emê li ser rawestin û berdin.” Vaye sê sal derbas bû, hîna rast derneketiye. Bernedan. Berovajî, her çû girtin zêde kirin.
Di vê xisûsê de ez ji dil dibêjim ku me dixwest em aştiyê bikin. Lê me dît ku ev ne dixwazin bi me re aştiyê bikin, dixwazin me teslîm bigirin. Wisa jî nabe. Ji ber wê pêvajo xitimî.
Niha hewldanên gelek aliyan hene ku ji bo cardin pêvajoyeke siyasî bikeve rojevê. Di vê mijarê de hewldanên Kek Mesûd jî heye û yê gelek aliyên din jî heye. Bi raya me, ji bo pêvajojeyeke wisa bikeve rojevê divê du alî be. Herî dawî banga Serokatiya me hebû. Di çarçoveya wê bangê de divê dewleta Tirkiyê nêzîkbûnekê pêşbixe. Niha top li gel dewleta Tirkiyê ye, ne li gel me ye. Bala xwe bidinê, li ser Serokatiya me tecrît heye û sê meh in kes nikare pêre hevdîtinê bike. Di tevahî Kurdistanê de li ser me her tim êrîşên balafiran û operasyonên leşkerî hene. Dewleta Tirkiyê, niha li hemberî me hemû çekan bikar tîne. Ango balafiran, tangan, topan, hewanan çi çekê xwe heye, giştan bikar tîne. Tiştekî texsîr kirî tune ye. Ev sê meh in li dijî me hemû tiştan bikar tîne. Siyasetmedarên Kurd jî nehiştin, tev xistin girtîgehê. Di van sê mehên dawî de jî li derdora 1.000 kesan girtin. Niha tenê parlamenter mane. Parlamenter jî, 6 di girtîgehê de bûn, ew jî bernedan.
Dewlet, niha di êrîşê de ye. Berî hemû tiştî divê van êrîşên xwe bisekinînin û van girtiyan berdin. Van girtinan zilmek li Kurda ye. Çi sûcê wan tune ye ku wekî rehîn digirin. Niha rehîn in. Di van şert û mercan de, em cardin hewldanên ji bo çareseriya siyasî wekî hewldanên hêja dibînin. Di vê xisûsê de siyaseta Başûr bi giştî dixwaze hewldaneke wisa bixe rojevê. Em wê jî girîng dibînin. Lê belê divê mirov samîmî biaxive. Ez aşkere bêjim ku em uslûbê şermezarkirina çalakiya Çelê rast nabînin. Di qenaeta me de bi uslûbeke wisa meşandina siyasetê destê me Kurdan zeîf dike. Li gorî min, diviya bi uslûbeke din nêzîkbûn çêbibûya. Rast e, ez dizanim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê fermî ye û hinek qanûnên ku divê esas bigire hene. Nabê wekî me biaxive. Ew wekî terefek sêyemîn divê biaxivê an jî wekî bêteref biaxivê. Lê divê em Kurd, wekî aliyekî nêzîkbûneke ku dewleta Tirkiyê me cidî bigire pêşbixin. Ji ber ku dewleta Tirkiye tê ser me û êrîş dike û em di parastinê de ne. Ji bo wê di siyasetê de uslûb mijareke girîng e. Ango ez di uslûbê şermezarkirin û pir zêde dewleta Tirkiyê razî kirinê de fayde nabînim. Ez dibêjim, ev ji bo me hemû Kurdan ti faydeya xwe çênake.
Jixwe yek jî, tabî ez nizanim di fermiyetê de çawa dimeşe, lê nimûne di çapemeniya Tirkiyê de tehdît heye. Tiştên ku çapemeniya Tirkiyê li ser navê serokwezîr anîne ziman, bêhtirê xwe ji bo Herêma Kurdistanê têde tehdît heye. Mesela dibêjin, an paqij bikin an jî emê werin. Ev heye. Ya din ez dibêjim, di niyeta wan de tiştên veşartî hene. Divê mirov di vê xisûsê hîn zêde hişyar nêzîk bibe. Qenaeta min ev e; siyaseta Başûr bi awayê fermî dikare bê teref bimîne, lê bi esasî ger em wekî siyaseta Kurd giştî helwesteke netewî pêşbixin û hêviyê nedin dagirkeriya Tirkiyê, emê biser bikevin.
Amerîka soza alîkariyek zêdetir daye Tirkiyê, lê şîrovekarên Tirk dibêjin; baweriya me bi Amerîka nayê. Ji ber ku Amerîka di çend salên bihûrî de bi çek û perwerdekirinê alîkarî daye PKK’ê (Bi wê yekê hîn zêdetir moralê artêşê şikandiye), gelo çi peyama we ji bo Amerîka heye û niha di destpêka vekişîna hêzên xwe ya ji Iraqê de de ye?
Ez nêzîkbûna Amerîka di derheqê pirsa Kurd de ji dil nabînim. Di vê xisûsê de Amerîka, ji bo çareseriya pirsa Kurd hewldanên xwe pir zêde nîn e. Pir balkêş e ku li Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd ji bo mudaxeleya Iraqê, ji bo serkeftina siyaseta Amerîka rolek leyîst. Tevahî Kurdan û me jî piştevanî kir. Ango em li ti beşê Kurdistanê li pêşiya siyaseta Amerîka nebûne asteng, lê rexmê wê Amerîka, mesela niha ji Iraqê vedikişê, lê pirsgirêka Kurd di hundirê Iraqê de jî bi temamî çareser nekir. Nimûne, pirsgirêka Kerkûkê wisa hişt. Heman demê ji bo meseleya Kurd, li beşên din Amerîka çi siyaseteke xwe ya berçav nîn e. Ango projeyeke çareserkirina pirsgirêka Kurd li gel Amerîka an nîn e, an jî em nabînin. Ne eşkere ye. Tiştên em dizanin, eşkere nîn e. Halbûkî gelê Kurd di herêmê de mafên xwe yên xwezayî dixwaze. Amerîka, heya niha hem di sala 1974’an de bû sedem ku şoreşa Kurd têk biçe, hem jî di sala 1999’ê de Serokê me Serok APO girt û radestî Tirkiyê kir. Bi wî awayî li hemberî gelê Kurd hinek kiryarên xwe yên nexweş hene. Lê rexmê vê jî, gelê Kurd ti zirar nedaye Amerîka. Tevgera me wekî PKK, heta niha ti zirar nedaye Amerîka. Em ji bo mafên xwe yên xwezayî têkoşîn dikin, lê Amerîka ji vê re dibêje, teror!
Çend rojê berê wezîra Amerîka ya derve Clinton di axaftineke xwe de dibêje ku “vaye artêşa Tirkiyê niha çûye Başûrê Kurdistanê, ji bo terorîstan taqîb bike. Ev mafê Tirkiyê ye.” Hîna Tirkiye nehatiye, erê dike ku Tirkiye hatiye Başûrê Kurdistanê. Belê ez jî dibêjim; Birêz Clinton, ji bo mafê xwe yê xwezayî, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê têkoşîn kirin li kî derê teror e? Ev çawa teror e? Çima zilma ku dewleta Tirkiye li gelê me dike hûn nabînin? Di girtîgehên Tirkiyê de 6.000 însanên Kurd hene. Ji vana 4 hezar yên bê sûc û bê bela ne. Sûcê wan, tenê li nasnameya Kurd xwedî derketine. Hûn li hemberî van hemûyan çavê xwe digirin û dibêjin ku “mafê Tirkiyê heye ku heta Başûr jî biçe, ev heq e.” Ez vê siyaseta Amerîka rast nabînim.
Rexmê ku Kurd di herêmê de ji bo berjewendiyên Amerîka rolek leyîstine û Kurdan heta niha çi zirar nedaye berjewendiyên Amerîka, lê nêzîkbûnên Amerîka li ser Kurdan ne rast e. Ji bo berjewendiyê xwe yê li Tirkiyê, Amerîka piştevaniya terora dewleta Tirkiyê ya li ser Kurdan dike. Û teknolojiya bilind dide Tirkiye ku ji bo gerîlayên azadiya Kurd bên qetilkirin. Ev nêzîkbûnên Amerîka dibe asteng ku li Tirkiyê siyaseteke siyasî ya çareseriyê pêşbikeve. Ez dikarim vê aşkere bêjim; Eger Amerîka destê xwe ji piştevaniya terora Tirkiyê bikişînê, Tirkiye wê neçar bimîne ku di siyaseta înkar û tunekirinê de guhertinê çêkê û pirsgirêka Kurd wê bi riyên siyasî çareser bike. Lê me nêzîkbûneke wisa, bi taybetî ji desthilatdariya demokratan nedît. Obama hat ser, her kesî got, belku hinek gavên erênî bavêje, vaye demokrat in, ji bo çareseriyê wê hinek gavên xwe, hewldanên xwe hebe. Me tiştekî werga nedît. Bi raya me, Amerîka divê di derheqê Kurdan de siyaseta xwe biguherîne. Li hemberî Kurdan siyaseta terora dewletê na, pêwîste siyaseta aştî, çareserî û siyasî destek bike. Eger wisa bike wê siyaseta Amerîka siyasetek rast be û siyaseteke adîl û aramiyê pêşdixe be. Heya di herêmê de pirsgirêka Kurd çareser nebe, aramî jî çênabe û demokrasî jî pêşnakeve. Eger bi rastî Amerîka û hêzên navnetewî dixwazin di herêmê de aramî çêbibe, berî hemû tiştî divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hewldanên xwe hebin û ji çareseriya siyasî re piştevaniyê bikin.
BDP’ê daxwaza rawestandina êrîşan ji we û Tirkiyê dike. Herwiha xwepêşandan û çalakiyên sivîl ên Kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pir lewaz bûne. Hûn hest bi wê yekê nakin ku ev êrîşên we zirarê digehîne xebata sivîl a li Tirkiyê, rewşê vedigerîne bo salên 1980 û 1990’an û ev yek zirarê digehîne we jî?
Lazime ez vê bêjim, eger îro li Kurdistanê şer geş bûye an jî hinek çalakiyên me hene, sedema xwe ya yekemîn girtina nûnerên siyaseta sivîl in. Dewleta Tirkiyê niha li Kurdistana Bakur bêyî biryar bigire û îlan bike, şert û mercên awarte dimeşîne. Ne salên 1980, ne jî salên 1990’î bi vî awayî siyasetmedarên Kurd nehatibûn girtin. Niha ji 4 hezar zêdetir siyasetmedarên Kurd di zîndanê de rehîn in. Bi kurtahî ez vê dibêjim; dewleta Tirkiyê niha li hemberî gelê Kurd, li hemberî siyaseta Kurd, li hemberî BDP’ê, li hemberî hemû saziyên demokratîk û li hemberî tevgera me çi tiştê ji desta tê, hemûyan dike. Nimûne, Şirnex nêzîkî Başûrê Kurdistanê ye. Li Şirnexê ti kesê hatî hilbijartin nema ye. Tenê Hasîp Kaplan maye. Jixwe wî jî di parlamenê de got, “ez tenê mam e”. Ji ber ku du parlamenterên din di girtîgehê de ne. Hemû şaredar girtin û kirin girtîgehê. Piraniya endamên meclîsên şaredariyê jî di girtîgehê de ne. Bi hezaran kes kirin zîndanan. Eger siyaseta sivîl lewaz bûye, vê tiştê lewaz kiriye. Lê ez vê jî bêjim; ez bawer nakim siyaseta Kurd a sivîl-demokratîk lewaz bibe. Çalakî cardin hene. Ev armanca AKP’ê ye. AKP dibêje, “emê wan hemûyan bigirin, hemû pêşengên wan bigirin û tevgera Kurdan a sivîl lewaz bikin. Bi vî awayî emê PKK’ê jî marjînal bikin”. Armanca wan ev e. Ew hîna negihîştine vê armanca xwe û ew nagehin jî. Ji ber ku her siyasetmedarekê digire, şûna wî/ê tê dagirtin. Ango îro hewcehî çêbûye ku hemû kesên Kurd tev bibin siyasetmedar.
Zilma niha li Tirkiyê li ser Kurdan çêdibe, ne zilmek hindik e. Ez wisa dibînim ku li Başûrê Kurdistanê ev zilm pir nayê dîtin. Ji ber ku AKP, şêwazek nermik û dijwar dimeşîne. Nimûne di salên 1990’î de çawa dibû? Di salên 1990’î de siyasetmedarên Kurd dikuştin. Lê nedikarîn hemûyan bikujin. Mîsal em bêjin, li bajarekî dudu, sisê, çar dikuştin. Ê niha AKP çi dikê? AKP, niha ne dudu, sisê, çar, sed kesan jî digire û dike zîndanê, yên din jî dike bin êşkence, cop û tehdîtê. Heman tişt e. Şert û mercên niha ji yên 1990’î xerabtir e. Kengî salên 90’î bi copan li dayîkên 60 salî xistin, nexweş kirin û şandin nexweşxanê? Kengî di salên 1990’î de ewqas zarokên Kurd hatin şehîdkirin? Niha tên şehîdkirin. Lê belê wekî min got, li hêlekê dibêjin “pêşîvekirina demokratîk dikin, em Kurdan nas dikin”, li hêlekê TRT 6 vedike, li hêlekê jî Kurdan dikuje û Kurdan dixe girtîgehê. Hemûyan bi hev re dike. Mesele ev e. Ev hinek kesan şaş dike.
Wekî din şert û mercên îro wekî yên salên 1990’î ye. Ez vê jî bêjim; dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê li hemberî gelê Kurd tiştek li paş xwe nehişt. Çi ji destan tê niha dike. Hîn ji vê zêdetir dikare çi bike! Ji bo wê jî, têkoşîna me xebata sivîl-siyasî ya BDP’ê lewaz nake. Xebatên Kurd gişt bi hev ve girêdayî ne. Eger gerîla lewaz bibe, wê yê sivîl jî lewaz bibe. Yê sivîl lewaz bibe, wê yê gerîla jî lewaz bibe. Êdî gişt bi hev ve hatine girêdan. Jixwe dewlet jî vê dizane, ji ber wê diçe ser hemûyan. Naçe ser aliyekî, diçe ser hemû aliyan. Ji ber ku dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne ku Kurd gişt gav paşde bavêjin û siyaseta wan qebûl bikin, çareseriya wan qebûl bikin.
Niha dixwazin me teslîm bigirin. Tiştê ku li ser me dikin vaye. Ji bo wê jî hem li ser siyaseta sivîl, hem jî li ser xebatên veşartî û leşkerî li ser hemûyan niha êrîşên wan wekî konsepteke giştî berdewam e. Li hemberî vê jî, berxwedana gelê me û berxwedana gerîlayên me heye. Em bawerin ku wê berxwedana me biser bikeve.
ETA piştî 43 salan xebata çekdarî ya li herêma Bask a Îspanyayê, dest ji çekan berda. Hûn wekî rêxistineke çekdarî, vê biryarê çawa dibînin?
Em biryara ETA ya çek berdanê rast dibînin. Ji ber ku nêzîkbûnên Hikûmeta Îspanya, di vê derheqê de nêzîkbûneke ji bo çareseriyê erênî heye. A din jî, li welatê ETA Baskê îro xweserî heye. Otonom e. Wana ji bo serxwebûnê şer dikirin. Serxwebûn, li gorî yasayên Îspanya bi siyasî jî dikarin biparêzin. Ji bo wê şer meşandin pir zêde cihê xwe tune ye. Ez dibêjim, ETA’yê tiştê herî rast kir. Çek berda, dikare xebatên xwe di Îspanyaya xweser de, otonom de bi siyasî bimeşîne. Derfeta vê heye. Lê heman tişt li Tirkiyê tune ye. Eger yek bixwazê wek hev nîşan bide; wekî wê nêzîkbûnê ku li Tirkiyê jî Kurdistaneke xweser hebe, emê jî çek berdin. Ji bo wê jî ez nêzîkbûna ETA’yê rast dibînim.
Hûn di wê baweriyê de ne ku Îran li dijî PKK’ê alîkariya Tirkiyê bike, bi taybet piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji bo Tirkiyê û soza alîkariya hevbeş a li dijî PJAK û PKK’ê?
Dewleta Tirkiyê û Hikûmeta AKP’ê niha li ser gelê Kurd neheqiyekê dimeşîne. Rexmê ku hevdîtinên me hebûn, hevdîtin xitimandin. Ji ber naxwazê hebûna Kurd wekî îradeyekê qebûl bikê. Wan bi xwe siyaseta tund û tûjî û şîdetê xistin rojevê. Li gelê Kurd dixe. Êrîşên xwe bi her şêwazî pêşdixe, lê bang li tevahî cîhanê dike û dibêje, werin piştevaniya min bikin. Dibêje, ji ber ku teror heye. Dibêje, teror zarokan dikuje. Halbûkî ew bi xwe zarokên me dikuje. Esker jî kirine zarok û ji wan re dibêje, “yavru”. Di vê xisûsê de hêza xwe ya dîplomasiyê heye.
Tabî dewletek e. Di herêmê de rolek xwe heye. Derfetên xwe yên çapemeniyê pir in. Hemûyan bikar tîne, tiştan berovajî dike û dibêje, “teror heye”. Terora dewletê bi xwe li ser Kurd û Kurdistanê heye, lê me teror nîşan dide. Dixwazê Amerîka hîn zêde alîkariyê bike, dixwazê Ewropa alîkariyê bike, dixwazê Îran, Iraq û Hikûmeta Herêmê alîkariyê bike. Banga alîkariyê li her kesî dike. Di vê xisûsê de siyaseta Tirkan hat gihîşt cihekî û di her warî de nagihe encamê. Nimûne, berê bi Îranê û Sûriyê re li dijî me îtifaq çêkiribû. Îro ew îtifaqên wan hilweşiya. Ji ber ku bi xwe li dijî Sûriyê helwest girt. Vê, ew îtifaq parçe kir. Ji ber wê ez bawer nakim cardin Tirkiye û Îran bi hev re li ser me an jî li ser PJAK’ê êrîşan bimeşînin.
Wekî hûn jî dizanin, di navbera Îran û PJAK’ê de agirbestek çêbû. Niha her du teref jî vê agirbestê dişopînin. Ev tiştek baş e. Ji bo me jî mijara kêfxweşiyê ye. Ez texmîn nakim ku Îran cardin bi Tirkiyê re li hemberî me tevbigere. Di vê xisûsê de hewldanên Tirkan wê encam negire. Lê belê cardin siyaset e. Belê fikra me wisa ye. Belku di hinek tiştên îstixbaratê de bi hev re kar bikin, lê wekî hevbeş em êrîşekê pir hêvî nakin. Cardin jî em tedbîrên xwe digirin. Lê ez dibêjim, di vê xisûsê de ji bo tiştek wisa wê dewleta Tirk negihe armanca xwe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ser sînor ên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li gel PJAK û Îranê danûstandin encam da û pirsgirêk çareser kir; gelo niha ti hewldanek bi wî awayî li gel PKK’ê jî heye?
Karayilan: Di pirsa we ya jor de min bersiv daye vê pirsê. Wekî me anî ziman, tabî hewldan heye ku bi giştî pirsgirêka Kurd li herêma Rojhilata Navîn çareser bibe. Lê ji bo di navbera me û dewleta Tirkiyê de pêvajoyeke wekî pêvajoya di navbera PJAK û Îranê de çêbûyî birê bikeve, berî her tiştî divê dewleta Tirkiyê xwedî helwest be. Heya niha her ku me agirbest îlan kiriye, dewleta Tirkiyê ev neşopandî ye. Lê binêrin, PJAK’ê agirbest îlan kir, Îranê jî operasyonên xwe sekinandin. Tirkiyê ti caran wisa nekiriye.
Yek jî, em bi Tirkiyê re gihîştine astekê. Me 5 salan guftûgo kiriye. Meseleya me û Tirkiyê êdî ne tenê agirbest e. Divê êdî pirsgirêk çareser bibe. Tirkiye, divê êdî di vê xisûsê de biryarê bigire. Ege