Cîhan

Sarkozy : Îran ji bo NATO’yê tehdîtekî mezin e

Serokkomarê Fransayê Nîcolas Sarkozy li Lîzbonê di civîna Natoyê de axafiye û bi awayekî eşkere got: Îran ji bo Natoyê tehdîtekî mezin e.

Serkozy li ser pêdiviya sîstema parastina fuzeyê wiha axifî : Ger rojekî fuzeyêkî ji nişka ve rabe û berê xwe bide me pêwîste ku rêya wê jî bihête girtin û projeya NATO jî li gor daxwaza Parîse.Ew proje ne projeyekî yek aliye û divê her kes bizanin ku ew proje ne li dijî Rusyayê ye.

Tirkiye jî di nava projeyê de cih girtiye lê Tirkiye ji NATO’yê daxwaza rakirina peyva ‘’Tehdîdê Îranê’’dikir. Serokên NATO jî daxwaza Tirkiyeyê bi cih anîne û di peymanê de peyva Tehdîdê Îranê hatiye rakirin û wekê sîstema parastina fuzeyê ji bo parastina welatên NATO’yê ye hat guhertin.

NATO benda Konseya Rusyayê ku li ser wê projeyê Moskowa jî nirxandin û beşdariyek bike.Hate diyar kirin ku Serokê Rusyayê Dimitrî Medvedev li ser dosyayê lêkolînek hawkariyê bipejîrine.Sarkozy jî têkîliyên digel Rusyayê baweriyekî mezin dide û emê gelek kêyfxweş bibin ku digel Rusyayê jî bixebitin.

Hate diyar kirin ku malîyeta sîstema parastina fuzeyê di navbera 80 û 150 Euro ye.

Back to top button