Hevpeyvîn

Sarîna: Cilûbergên Kurdî ji bo min gelek girînge

Sarîna Qadir Ehmed navdare bi “Miss Sarîna” ji bajarê Pîranşarê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik buye, çendîn sale li Hewlêrê nîştecîh bûye û li hevpeyvîneke taybet ya li gel rojnameya “Uşe” de dibêje: Ez hez dikim bi marka û branda xwe bibim bi nav û dengtirîn dîzayner û keça modelîst û hemû dinyayê karê xwe bidim nasandin.

Li ser pirseke rojnameyê ku rojane bi çi karekî din ve mijûle û hez û xeyala te çiye? dibêje: Li kompanyayek ji bo berhemanîna reklam û fîlm û karê hunerî bi taybetî li beşa dîzaynên ciluberg de kar dikim. Hez û xeyala min jî eweye ku bibim mezintirîn û bi nav û dengtirîn dîzayner û keça modelîst û bi marka û brandên xwe hemû dinyayê bidim nasandin. Ji ber ku eve ne bi tenê hez û daxwaza mine, belku mezintirîn hêvî û daxwaza dayika mine û ji bo hemû tiştek jî piştgîriya min kiriye û gelek spasiya wê dikim. hêvîdarim ku bikaribim wê hêvî û daxwazê bi cîh bînim.

Her wiha Sarîna dibêje: Min berhemên xwe yên taybet heye û hemûyan bi xwe dîzayn kiriye, mixabin salên pêşî ku zarok bûm gelek ji karên min her wiha bi bêberanber çûn. Lê belê li paşarojeke nêzîk da dixwazim çend berhemekî xweşik bi dîzaynên xwe amade bikim û bidim nîşandan. Dîzanên min jî hemû li ser ciluberge, bi taybetî cilubergên Kurdî. Ji ber reseniya xwe Kurdewariye û cilên Kurdî ji bo min gelek girînge.

Back to top button