Polîtîk

Goran jî xewna YNK pûç û betal kir

Her çende armanca YNK ew bû ku li gel Tevgera Goran peywendiyên xwe asayî û normal bike, lê belê li ser wan kirdarên ku berê YNK beranber wê tevgerê kiriye, heta niha jî peywendiyên wan baş nebûye.

Endamekî civata Niştimaniya Tevgera Goran dibêje: Serdana îro ya Goran li cem YNK ji bo asayîkirina peywendiyan nebuye.

Hêmin Şêxanî Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goran ragihand, serdana şanda Goran li cem YNK heta radeyek ber bi çavên me rûn dike li paşarojê de çawa muamele li gel wê partiyê de bikîn.

Her wiha got: Nikarîn biryarê li ser ewe bidîn ku bi vê civînê û rûniştinê çi rû dide û encama wê çi dibe, lê belê rûniştin û civîn tiştekî xerap nîne.

Back to top button