Polîtîk

Şaredara Gewerê hat tewqîf kirin

Şaredara Geverê Rûken Yetîşkîn  di sala 2004’an de beşdarî çalakiyek bûbû û di derbarê wê çalakiyê de 10 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn û piştî erêkirina Dadgeha Bilind ya Tirkiye, ji bo cezayê radestî girtigeha Tîpa Bedlîsê bû.

Şaredara Gewerê Rûken Yetîşkîn di derbarê erê kirina cezayê de got : Em bi girtinan bihêz dibin û bi kuştinan jî zêde dibin, ew ê me bikûjin jî emê dîsa zêde dibin.

Şaredar Yetîşkîn wiha berdewam kir : Ez di 2004’an de li Navçeya Bagcilara Stenbolê di komîteya şahiya ciwanan de bûm. Li wir dozek li me hate vekirin. Pişt re biryara bêşopandinê hate dayîn. Dema ku ez bûm şaredar, doz dîsa hate vekirin û di herî dawîyê de jî ceza hatiye erêkirin.

Yetîşkîn û bi sedan kes ji Tatwanê bi konvoyekî ber bi Girtîgeha Tipa E ya Bedlîsê ve çûn. Girseyek li ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê bi dirûşmên pêşwazî Yetîşkin kirin.

Yetîşkîn û şandeyek li gel wê daxuyanî da û wiha axifî: Kes me  bi zore neanîne girtîgehê em bi îradeya xwe hatin û em xwe radestî girtîgehê dikin. Piştî axaftina Şaredar girse jî belav bûn.

Back to top button